Li gor rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x) – ABNA –Şerê Amerîka û rejîma Siyonîst li dijî Îranê, bi afirandina tevliheviyê di bazara enerjiyê û zêdebûna bihayê sotemeniyên fosîlî de, pêlek guherînên aborî li cîhanê pêk aniye; bi awayekî ku zêdebûna lêçûna benzîn û mazotê, daxwaziya wesayîtên elektrîkê li welatên cuda bi rengekî berbiçav zêde kiriye.
Li bajarê «Sîdneyê» (bajarê herî mezin ê Awistralyayê), çalakvanekî bazara otomobîlan ragihandiye ku beriya şer, firotina wesayîtên elektrîkê yên destduyê pir sînordar bû, lê naha ev pêvajo bi rengekî berbiçav guheriye. Wî tekiyad kiriye: «Naha dîtina wesayîta elektrîkê di navbera 20 heta 50 hezar dolaran de pir zehmet bûye û biha %10 heta %15 û tewra di hin rewşan de heta %20 zêde bûye.» Ev guherîn, bertekeke rasterast a zêdebûna lêçûnên sotemeniyê li dû şer e.
Rapor destnîşan dikin ku ev pêvajo tenê bi Awistralyayê ve sînordar nîne. Li Amerîka û Çînê, wekî du aboriyên mezin ên cîhanê, firotina wesayîtên elektrîkê piştî ketina aborî ya sala 2025ê zêde bûye û li Çînê mezinbûna mehane ya ji sedî 82 zêdetir hatiye tomar kirin. Li Viyetnamê jî, firotina marqeyek navxweyî ya wesayîtek elektrîkê ji sedî 127 zêdetir bûye. Pispor bawar dikin ku ev guherîn, encama rasterast a şokên enerjiyê yên ji ber şeran, di nav de şerê li dijî Îranê û berê jî şerê Ukraynayê, e.
Analîstekî qada enerjiyê bi îşaretekirina van pêşveçûnan, diyar kiriye: «Em naha di dehsala 2020yan de şahidi du şokên mezin ên sotemeniyên fosîlî ne... Bi gelemperî di rewşên weha de, welat li çareseriyên alternatîf digerin û wesayîtên elektrîkê yek ji van vebijarkan e.» Wî tekiyad kiriye ku ev pêvajo dikare bibe sedema «guherîneke daîmî» di qalibê xerckirina cîhanî de; guherînek ku koka wê di bêîstîkrariya ji ber siyasetên şervanî de ye.
Li deverên din ên cîhanê jî bandorên vê krîzê têne dîtin; ji zêdebûna firotina wesayîtên elektrîkê bi çend qat li Japonya û Ewropayê bigire heta rêzikên kirînê li Awistralyayê. Lê dîsa jî, pispor hişyarî didin ku ev guherîn, berî ku nîşana pêşkeftinê be, encama zexta aborî ya ji ber şer e. Li gorî gotina çalakvanên bazarê, «Mirov ji bihayê sotemeniyê ditirsin û hewl didin ku lêçûnên veguhastinê yên xwe kontrol bikin.»
................
Dawiya peyamê
Etîket:
Wesayîta elektrîkê, Encamên şerê li dijî Îranê, Şerê Îran û Amerîkayê, Aboriya cîhanî, Pîşesaziya otomobîlan, Kirîna otomobîlê, Krîza sotemeniyê, Zêdebûna bihayê benzînê, Tengava Hurmuzê, Bihayê neftê, Nûçeyên têkildar
Your Comment