25 May 2026 - 10:16
Source: kmr.abna24.com
Axios: Trump ji welatên herêmê xwest ku bi dawîkirina şer re, tevlî Peymana Îbrahîm bibin

Trump, di gotûbêjê de bi rêberên Erebistanê, Qatar, Îmarat, Pakistan û çend welatên din re, tekez kir ku li hêvîya wî ye piştî dawiya şerê bi Îranê re, têkiliyên van welatan bi Îsraîlê re normalîze bibin.

Li gorî nûçeya ajansa Ehlulbeyt (ABNA) û pişta xwe bi rapora Axios-ê girêdide, Donald Trump roja şemiyê bi rêberên Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Qatar, Pakistan, Tirkiye, Misir, Urdun û Behreynê re axivî. Mijara sereke ya van peywendiyan, lêkolîna li ser peymaneke potansiyel a ji bo bidawîkirina şerê Îranê bû. Du karbidestên Amerîkî ku Axios wan wek çavkanî nîşan dide, gotin ku Trump di van peywendiyan de tekez kiriye ku piştî şer, ew li hêviya wê yekê ye ku ew welatên ku heta niha bi Îsraîlê re peymana aştiyê an têkiliyên fermî çênekirine, tevlî pêvajoya normalîzekirina têkiliyan bibin.

Axios dinivîse ku Trump bi taybetî li pey pêkanîna peymaneke dîrokî di navbera Erebistana Siûdî û rejîma Îsraîlê de ye; her çend rewşa siyasî ya niha ya herêmê û hilbijartinên pêş ên Îsraîlê, gihîştina bi peymaneke wiha di demeke kurt de dijwar dike.

Li gorî vê raporê, hin rêberên herêmê, di nav wan de Şêx Mihemed bin Zayid (Serokê Îmaratê), piştgirî dane peymana muhtemel a bi Îranê re. Yek ji karbidestên Amerîkî gotiye ku rêberên beşdar di axaftinê de ji Trump re gotine: «Em di vê peymanê de bi we re ne û heke biser neket jî, em ê dîsa li kêleka we bimînin.»

Li gorî vê medya Amerîkî, daxwaza Trump a ji bo tevlêbûna welatên îslamî yên herêmê bo «Peymanên Îbrahîm», bi taybetî Erebistana Siûdî, Qatar û Pakistan ku tu têkiliyên wan ên fermî bi Îsraîlê re nînin, wan şaş kiriye. Yek ji karbidestên Amerîkî gotiye ku piştî vê daxwazê, demekê «bêdengî» di navbera wan de çêbûye û Trump bi ken ji amadebûyan pirsî ye ku gelo ew hîn di xetê de ne an na!

Rapora Axios lê zêde dike ku Trump piştre ragihandiye ku şandiyên wî Jared Kushner û Steve Witkoff dê di hefteyên bê de vî mijarî bişopînin. Trump her wiha roja yekşemê li ser torên civakî spasiya welatên Rojhilata Navîn kir ji bo piştgirî û hevkariya wan bi Amerîkayê re û îdia kir ku tevlêbûna welatên din bo Peymanên Îbrahîm dikare van hevkariyan xurttir bike.

Di heman demê de, Lindsey Graham, senatorê Komarparêz ê Amerîkî, piştgirî da daxwaza Trump û got: Heke welatên erebî û îslamî di encama danûstandinên bidawîkirina şerê Îranê de tevlî Peymanên Îbrahîm bibin, ev peyman dikare bibe yek ji giringtirîn bûyerên dîroka Rojhilata Navîn. Wî her wiha hişyarî da ku dijberiya vê rêyê dibe ku encamên xwe ji bo têkiliyên pêşerojê yên van welatan bi Amerîkayê re hebe.

Axios di berdewamiya raporta xwe de balê dikişîne ser helwesta Erebistana Siûdî û dinivîse ku Mihemed bin Selman, walîehdê Siûdî, berê xwesteka xwe ya ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re nîşan dabû, lê di salekê de helwestên bi baldartir girtiye. Li gorî vê medyaya Amerîkî, Erebistan hîn jî tekez dike ku her cure normalîzekirin bi Îsraîlê re divê bi şertê «soza zelal û nevegerî ya Tel Avîvê ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê» be; şertek ku rejîma niha ya Îsraîlê wê red dike.

Axios: Trump ji welatên herêmê xwest ku bi dawîkirina şer re, tevlî Peymana Îbrahîm bibin

.............

dawiya peyamê
Tags

    Peymana Birahîm
    Welatên li herêmê
    Trump
    Peymana di navbera Îran û Amerîka de
    Normalkirina têkiliyan

Your Comment

You are replying to: .
captcha