28 May 2026 - 21:58
Source: kmr.abna24.com
Gotarîyên dîplomatîk ên Qetêr ji bo dawîkirina şer di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam in

“Mihemed bin Ebdulrehman Al-Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê, bi tekezî li ser pêwîstiya hevkariya hemû aliyan bi hewlên navbeynkariyê re ji bo rawestandina şerê li dijî Îranê, daxwaz kir ku ji bo gihîştina lihevkirineke domdar û pêşîgirtina li zêdebûna aloziyan li navçeyê, divê diyalogên dîplomatîk bên bikaranîn.”

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Japonê «Toshimitsu Motegi», li ser girîngiya piştgiriya rêyên dîplomatîk ji bo çareserkirina krîzên niha û avakirina aramiyê li navçeya Kendava Fars û Rojhilata Navîn tekez kir. Wî her wiha bang li aliyên nakok kir ku bi erênî bersiva hewlên navbeynkariyê bidin û hêviya xwe anî ziman ku ev gav dê bi rêya diyalogên aştiyane bibin sedema çareserkirina bingehîn a krîzê.

Ev pêwendiya telefonî, ji bilî nirxandina pêwendiyên dualî yên navbera Qeter û Japonê, bal kişand ser guhertinên navçeyî, bi taybetî hewlên navbeynkariyê yên di navbera Waşîngton û Tehranê de. Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Qeterê, di vê danûstandinê de behsa înîsiyatîfên navbeynkariya Pakistanê jî di vî warî de hatiye kirin.

Qeter di mehên dawî de roleke sereke di rêvebirina aloziyan û navbeynkariya navbera Îran û Amerîkayê de lîstiye, nemaze di dosyeyên aloz ên wekî azadkirina darayiyên (pereyên) girtî yên Îranê de. Doha her tim hewl daye ku bi vekirina kanalên diyalogê, pêşî li rûdana şerên berfirehtir û encamên nebaş ên wan li ser ewlehî û aramiya navçeyê bigire.

......................

Dawiya Peyam

Etîket: Îran, Qeter, Doha, Tehran, Şerê Îran û Amerîkayê, Amerîka

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha