Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Ofîsa(Nivîsgah) Ayetullahê Mezin Nûrî Hemedanî, ku yek ji meryên (merciên) teqlîdê ye, di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew mijara ku di torên civakî de bi sernavê ‘Fetweya nû ya Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî’ jê re tê nisbetkirin, dûrî rastiyê ye.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di van demên dawî de nivîsek di torên civakî de bi navê ‘Fetweya nû ya Ayetullah Nûrî Hemedanî’ hatiye belavkirin û jê re tê girêdan, lê belê derxistina fetweyek wiha ji aliyê wî ve rast nîne û wî tiştekî wiha nehatiye gotin.”
Ofîsa navborî dide zanîn: “Hêjayî gotinê ye ku dijmin û kesên xerab bi belavkirina naverokeke sexte di torên civakî de û nisbetkirina wê bo Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî, îdia kirine ku: ‘Heger bav an serperiştiyê malbatê nikaribe rizqê zarokên xwe peyda bike, destûr e ku xwarin û vexwarinan ji dikan an sûkê bêyî destûra xwediyê wê hilde; lê belê li ser wî ferz e ku her gava karî, di zûtirîn dem de wê vegerîne xwediyê dikanê.’ Ev fetwe sexte ye û ofîsa Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî bi tundî wê red dike.”
Dawiya peyamê /
Etîket:
Ayetullah Nûrî Hemedanî
Istifta (Pirsên olî)
Your Comment