30 May 2026 - 22:55
Source: kmr.abna24.com
Fetwaya ku tê îdiakirin ya Ayetullah Nûrî Hemedanî ye, li ser înternetê hat redkirin.

Ofîsa Ayetullah Nûrî Hemedanî di daxuyaniyekê de ragihand: mijareke ku di qada medyaya civakî de bi navê “fetweya nû ji Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî” tê pêşkêşkirin û ji wî hatine nisbetkirin, rastiya xwe nîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Ofîsa(Nivîsgah) Ayetullahê Mezin Nûrî Hemedanî, ku yek ji meryên (merciên) teqlîdê ye, di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew mijara ku di torên civakî de bi sernavê ‘Fetweya nû ya Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî’ jê re tê nisbetkirin, dûrî rastiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di van demên dawî de nivîsek di torên civakî de bi navê ‘Fetweya nû ya Ayetullah Nûrî Hemedanî’ hatiye belavkirin û jê re tê girêdan, lê belê derxistina fetweyek wiha ji aliyê wî ve rast nîne û wî tiştekî wiha nehatiye gotin.”

Ofîsa navborî dide zanîn: “Hêjayî gotinê ye ku dijmin û kesên xerab bi belavkirina naverokeke sexte di torên civakî de û nisbetkirina wê bo Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî, îdia kirine ku: ‘Heger bav an serperiştiyê malbatê nikaribe rizqê zarokên xwe peyda bike, destûr e ku xwarin û vexwarinan ji dikan an sûkê bêyî destûra xwediyê wê hilde; lê belê li ser wî ferz e ku her gava karî, di zûtirîn dem de wê vegerîne xwediyê dikanê.’ Ev fetwe sexte ye û ofîsa Hazretê Ayetullah Nûrî Hemedanî bi tundî wê red dike.”

Dawiya peyamê /

Etîket:

Ayetullah Nûrî Hemedanî

Istifta (Pirsên olî)

Your Comment

You are replying to: .
captcha