Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ahlul-Beytê (s.x)– ABNA– “leşkerên nenas ên Îmamê Demê (ec)”* yên di nava Supaya Pasdaran de, du kesên ku bi rejîma Siyonîst re têkildar bûn, li bajarê Urmiyê nas kirin û desteserkirin.
Ev her du kesên ku bi ajanên girêdayî rejîma Siyonîst re dixebitîn, ji aliyê leşkerên nenas ên Îmamê Demê yên Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî ve hatin girtin.
Li gorî raporê, kesên hatine girtin, bi rêya sepana Telegramê agahî û koordînatên hin cihan, di nav de dibistan, mizgeft û navendên berxwedana Besîcê, ji ajanên derve re şandine.
Her wiha hatiye ragihandin ku ev kesan piştî êrîşên pêk hatine, ji cihên zirar dîtine dîmen û wêneyan girtine û ji bo aliyên têkildar şandine.
…………….
Dawiya Peyam/
Your Comment