Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Destdirêjiya leşkerî ya li ser Îranê bû sedem ku hinek rêgezên rêveberiya navçeyê ji nû ve werin nivîsandin û berxwedana Îranê di “Şerê Çil Rojî” de û têkçûna destdirêjkar û êrîşkaran, peyamên girîng li pey xwe hiştin.
Di vê derbarê de, David Hearst, sernivîskarê rojnameya “Middle East Eye” di şiroveyekê de nivîsandiye: “Îranê di vî şerî de serkevtin bi dest xistiye. Têkçûna Amerîkayê, di demekê de ku hêza wê ya leşkerî bêrikaber bû, destkeftiyeke biçûk nîne û pêwîst e di dîroka şeran de were tomarkirin. Mane û mayîna Komara Îslamî di bingeh de hevsengiya hêzê li navçeyê guhertiye. Tewra Îranê hevsengiya hêza cîhanî jî guhertiye. Ne Trump û ne jî Netanyahu nikarin îdîaya tiştekî bikin.”
Lê di beramberî Komara Îslamî de, têkçûyiyê din Îmarat e. Eger ez fermanrewayê Ebû Dabiyê bûma, min ê ji xwe bipirsî: Heta kengî ez dikarim di desthilatê de bimînim? Ev cure danpêdana bi serkevtina Îranê, nîşan dide ku hevsengiya hêzê li navçeyê ketiye qonaxeke nû ya pênasekirinê.
Mesrefên siyasî û ewlekarî yên vê serkêşiyê, ne tenê nekarîn armancên sereke pêk bînin, belku baweriya li ser astengkirinê (deterrence) lawaz kir û bêbaweriya navçeyî tundtir kir.
Di encamê de, wan aktorên ku pişta xwe bi senaryoya guhertina bilez ve girêdabûn, niha rûbirûyê encamên stratejîk, tecrîdbûn û vegerandina hesabên paşerojê bûne.
Amerîka; têkçûyiyê yekem ê serkêşiya li dijî Îranê
Têkçûyiyê yekem ê vê serkêşiyê Amerîka ye. Di dehsalên borî de Washingtonê hewl dabû ku wêneyê hêzeke netêkçûyî û çarenûssaz di hevkêşeyên Asyaya Rojava de nîşan bide.
Her wiha gelek hikûmetên navçeyê li ser bingeha vê bîrdoziyê polîtîkayên xwe rêk xistibûn.
Lê bûyerên dawî nîşan dan ku tewra herî mezin şiyanên leşkerî jî, ne bi wateya bidestxistina armancên siyasî ne.
Tevî êrîşên berfireh li dijî Îranê, Amerîka nekarî bigihîje armancên xwe yên ragihandî û ne-ragihandî.
Ji aliyekî din ve, ketina nav nakokiyeke bi mesref a rasterast, careke din ew rastî eşkere kir ku serdema yekalîgeriya mutleq a Amerîkayê ber bi dawiyê ve diçe û niha aktorên navçeyî xwedî desthilateke zêdetir in ji bo bandorkirina li ser hevkêşeyên ewlekarî.
Negihîştina armancan tenê beşek ji çîrokê ye. Ji wê girîngtir, baweriya astengkirinê (deterrence) ya Amerîkayê ziyaneke mezin dîtiye. Astengkirin dema watedar e ku aliyê hember mesrefa berxwedanê wekî “neguncaw” bibîne.
Lê gava welatek di bin tûjtirîn zextan de berdewam dike li ser xweragirtinê û tewra piştî çend hefteyan ji şer, hîn jî şiyana xwe ya bersivdanê diparêze, peyamê dide aktorên din ku desthilata Amerîkayê sînorên wê yên cidî hene.
Ev yek dikare bandorê li ser tevgerên hevpeyman û rikaberên Washingtonê di paşerojê de bike û hesabên wan biguhere.
Rêjîma Siyonîst; têkçûyiyê duyem ê vê serkêşiyê
Têkçûyiyê duyem ê vê serkêşiyê rêjîma siyonîst e. Rêberên vê rêjîmê wisa difikirîn ku bi lêdana derbeke giran li Îranê, dikarin hevkêşeyên navçeyî li gorî berjewendiyên xwe biguherînin û pêgeha stratejîk a Tehranê lawaz bikin. Lê encama dawî gelek dûrî van hesaban bû.
Ne tenê armancên plankirî nehatin bidestxistin, belku lawaziyên hundirîn ên rêjîma siyonîst ji her carê zêdetir derketin holê. Ji bo yekem car bi mîlyonan siyonîst bi awayekî berbiçav rûbirûyê rewşa şer, neewlehiya berbelav û pûçbûna jiyana rojane bûn; rewşek ku rêjîmê salan hewl dabû ji raya giştî dûr bixe.
Wekî din, şer nîşan da ku baladestiya leşkerî ya Îsraîlê êdî garantî nîne ji bo ewlehiya Îsraîlê. Doktrîna ewlekarî ya rêjîmê her tim li ser veguhestina şer bo derveyî sînorên xwe û pêşîgirtina li belavbûna nakokiyan bo kûrahiya axa dagîrkirî bû. Lê pêşhatên vê dawiyê nîşan dan ku ev model rûbirûyê dijwariyan bûye û şiyana xweparastinê ya Îsraîlê wekî berê naxebite.
Bi vî nihêrînî, şer ne tenê nekarî armancên Tel-Avîvê pêk bîne, belku pirsên girîng derbarê paşeroja ewlekarî û stratejîk a rêjîmê de çêkirin.
Her wiha li hundir jî, Netanyahu ji her carê zêdetir rûbirûyê krîza şer’iyetê bûye. Têkçûna di bidestxistina armancên şer û zêdebûna rexneyên hundirîn û kûrbûna dabeşbûnên siyasî, helwesta wî hîn bêhtir bêîstiqrar kiriye.
Netanyahu jî yek ji têkçûyiyên sereke yên vê serkêşiyê ye; kesek ku wisa difikirî şer dikare bibe rêyek ji bo rizgarkirina ji krîzên siyasî, lê niha rûbirûyê dijwariyên mezintir dibe.
Îmarat, têkçûyiyê sêyem
Têkçûyiyê sêyem ê van pêşhatan Îmarat e. Ebû Dabiyê di salên borî de hewl dabû xwe wekî lîstikvaneke bandorker di hevkêşeyên navçeyî de bide naskirin û pêgeha xwe bilind bike bi veberhênana di hevpeymaniyên ewlekarî yên nû de. Lê pêşhatên vê dawiyê nîşan dan ku polîtîkaya piştrastbûna bi destêwerdana derve û hevaltiya bi projeyên jeopolîtîk ên bi mesref, dikare encameke tam berevajî hebe.
Li ber çavê gelek çavdêran, Îmarat wekî beşek ji rêkxistina siyasî û ewlekarî ya piştevanên vê serkêşiyê tê naskirin. Lewra têkçûna vê projeyê bi awayekî siruştî bandor li ser pêgeha navçeyî ya Ebû Dabiyê kiriye. Welatek ku her tim hewl daye xwe wekî “giraveke aram” di nav bahozên navçeyê de nîşan bide, niha ji her carê zêdetir rûbirûyê vê pirsê bûye: Eger krîzên navçeyê belav bibin, çiqasî dikare aramiya xwe biparêze?
Encam
Rastî ev e ku şerê çil rojî tenê nakokiyeke leşkerî nebû; her wiha ezmûnek bû ji bo pîvandina hevsengiya nû ya hêzê li navçeyê. Encamên vê ezmûnê nîşan dan ku hevkêşeyên berê wekî berê ne bandorker in û lîstikvanên navçeyî neçar in di hesabên xwe de vegerin.
Peyama sereke ya van pêşhatan ev e ku navçeya Asyaya Rojava ketiye serdemeke nû; serdemek ku îradeya gelan, şiyanên resen û hêza berxwedanê roleke berçavtir dilîzin. Di rewşên wisa de, ew welatên ku berdewam pişta xwe bi şêwazên kevin ên hejmûn û destêwerdanê girê didin, bi neçarî rûbirûyê têkçûna zêdetir dibin.
Lewra eger biryar be lîsteya têkçûyiyên vê serkêşiyê were amadekirin, navê Amerîka, Îsraîl û Îmaratê dê li lûtkeyê be.
……………
Dawiya Peyam/
Your Comment