1 June 2026 - 11:16
Source: kmr.abna24.com
“Pasdarên Şoreşê (Supaha Pasdaran) bingeheke hewayî ya ku êrîşeke Amerîkî ji wir ve li dijî giraveke îranî hatibû kirin, topbaran kir.”

“Pasdarên Şoreşa Îranê bingeheke hewayî ya ku êrîşeke Amerîkî ji wir ve li dijî birca ragihandinê ya li girava Sîrîkê ya parêzgeha Hormozganê hatibû kirin, kir armanc.”

Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beytê (S.X)–ABNA–Ragihandiye, Têkiliyên Giştî yên Supaha Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir:

“Supaha Pasdaran a Îranê, ber destê sibê roja Duşemê ragihand ku balafirên wan ên şerî ew bingeha hewayî kirine armanc ku êrîşa li ser birca ragihandinê ya li girava Sîrîkê ya parêzgeha Hormozganê ji wir ve hatibû kirin.”

Supaha Pasdaran di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku “eger ev êrîş dubare bibe, bersiva hêzên me yên hewayî dê gelekî cuda be.”

Supaha Pasdaran tekez kir ku “berpirsyariya temam li ser stûyê rejîma êrîşkar a Amerîkayê ye ku zarokan dikuje.”

Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku wan di rojên Şemî û Yekşemê de “lêdanên parastinê” li dijî cihên radarê yên Îranê û cihên fermandariya balafirên bêmirov (dron) pêk anîne.

Her wiha CENTCOMê da zanîn ku “ev lêdan di bersiva xistina balafireke bêmirov a amerîkî ya ji cureya MQ-1 ji aliyê Îranê ve hatine kirin.”

Dawiya Peyam/

Etîket: Supaha Pasdaran

Your Comment

You are replying to: .
captcha