Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî, Serdar Îsmaîl Qaanî, di hesabê xwe yê torên civakî de nivîsî:
«Şerartiya Siyonîstan li Libnan û Xezeyê, di bin siya piştevaniya bêşermane ya Amerîkayê de, dê bibe sedema ku tewera berxwedanê biryarê bide ku piştgiriyên xwe ji bo her du eniyan pêş bixe, ji bo aktîvkirina eniyên din dest bi liv û tevgerê bike û rewşa seyrûsefera Tengava Bab el-Mendeb bi Tengava Hurmuzê re hevseng bike.
Bila rejîma Siyonîst a têkçûyî bizanibe ku tawanên hevdem ên li başûrê Libnanê û Xezzeyê, dê wî di gola operasyonên Hizbullahê û bahoza nû ya ciwanmêrên filistînî de bifetisîne.»
…………….
Dawiya peyamê
Your Comment