3 June 2026 - 10:09
Source: kmr.abna24.com
“Ejeyî: Di mijara serînetewandina li hemberî dijmin de, tu cudahî di navbera berpirsan de nîne”

“Serokê Dezgeha Dadê got: Dijminê siyonîst dixwaze ku em tune bibin û em nemînin; em jî li pey têkbirin û ji holê rakirina vê girêya penceşêrê ne; lewma şerê me yê li dijî zordestiyê (îstikbar) û alîgirên wê dê berdewam bike.”

Li gorî Nûçeyan a Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Hucetulîslam wel-Muslimîn Muhsinî Ejeyî, di civîneke ligel hejmarek ji çalakvanên aborî û hilberînerên sektora taybet de, dema ku şert û mercên niha yên welat û dek û dolabên dijminan ên ji bo têkbirin û dabeşkirina Îranê şîrove dikir, got:

“Di her şerî de; birçîbûn, bêewlehî, aloziyên civakî û zehmetiyên pir mezin derdikevin holê. Lêbelê di ‘Şerê Remezanê’ û dema agirbesta piştî wê de, em li welatê xwe rastî van astengiyan nehatin. Ev yek vedigere ser desthilatdarî û xurtbûna sîstema Komara Îslamî ya Îranê, hişyariya gel, hewldanên berpirsan û herwiha beşdarbûn û karên bi rengê cîhadê yên çalakvanên sektora taybet li odeyên bazirganî, sendîka û yekîtiyên cuda.”

Serokê Dezgeha Dadê li ser girîngiya dayîna derfetên zêdetir ji sektora taybet re ji bo xurtkirina bingeha aboriya welat tekez kir û got:

“Divê em erkê xwe yê li hember sektora taybet zelal bikin. Di vê çarçoveyê de, pêwîstiya me bi reform û guhertina nihêrîna me li hember sektora taybet heye. Reformkirina yasayan, rêzikname û destûrên têkildarî sektora taybet girîng e, lê ji wê girîngtir, reformkirina nihêrînan e. Mijara guhertina nihêrînê li hember sektora taybet ew mijar e ku ez çend sal e li pey wê me û di civînan de li ser wê tekez dikim.”

Serokê dezgeha dadê di şirovekirina rola dewletê de li hember sektora taybet anî ziman:

“Divê dewlet rêber, piştgir û çavdêrê sektora taybet be. Ev çavdêrî divê xwedî pênase be; nabe bi navê çavdêriyê, hezar cûre sînordarkirin li ser sektora taybet bên ferzkirin.”

Ejeyî bal kişand ser hin astengiyên li pêşiya sektora taybet û got:

“Yek ji wan mijarên ku di pêşveçûna çalakiyên sektora taybet de astengiyan çêdike, biryarname û rêziknameyên demkî û bêplan in (xalqul-se’e). Divê em vê astengiyê ji ser riya sektora taybet rakin. Ev cûre kêşe û astengiyên neçaverêkirî, rêgir in li ber sektora taybet.”

Serokê dezgeha dadê di beşeke din a axavtina xwe de got:

“Nameyek ji aliyê odeya bazirganî ve gihîştiye destê serokên sê desthilatên welat ku tê de pirsgirêkên aborî ligel çareseriyan hatine nivîsandin. Ev bûyereke pîroz û erênî ye û divê ji aliyê sektora taybet ve berdewam bike. Bila sektora taybet xwe wekî milê şêwirmendiyê yê desthilatê bibîne.”

Hucetulîslam Muhsinî Ejeyî di dewamê de bal kişand ser şerê li dijî zordestiyê (îstikbar) û got:

“Dijminê siyonîst dixwaze ku em tune bibin û em nemînin; em jî li pey têkbirin û ji holê rakirina vê girêya penceşêrê ne; lewma şerê me yê li dijî zordestiyê û alîgirên wê dê berdewam bike. Ez dixwazim vê yekê jî tekez bikim ku berpirsên di astên cuda de hemû li ser vê yekê hevbîr in ku li hember dijmin nabe mirov serê xwe bitewîne. Di vê mijarê de tu cudahî û nakokî nîne. Di wê yekê de ku divê em li hember gef û zextên dijmin di warên leşkerî, aborî û medyayî de teslîm nebin, hemû bi yek dengî ne. Helbet dibe ku di girtina rêbazan de cudahiyên nihêrînê hebin, lê di esasê berxwedanê de tu guman tune ye.”

Di dawiyê de, derbarê pêşerojê û rola rêbertiyê got:

“Rêberê mezin ê şoreşê, Hz. Ayetullah Seyîd Mûçteba Xamineyî (Xwedê wî biparêze), bi saya wan ezmûnên ku di rex Îmamê me yê şehîd de bi dest xistine, herwiha hêza ciwantî û piştgiriya gel, baştirîn keştiyvanê sîstem û şoreşê ye. Em di bin siya rêbertiya wî de û bi afirandina guhertin û veguherînan di hin rêbaz, nihêrîn û siyasetan de, bêguman dê siberojeke baştir bi dest bixin.”

Your Comment

You are replying to: .
captcha