6 June 2026 - 22:11
Li ber avahiya Parlamantoya Sûriyeyê  çalakiya Qanûn û Rûmetê

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Şamê, li ber avahiya Parlamantoya Sûriyeyê li Şamê, bi druşmeya “Qanûn û Rûmet” de çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de beşdaran daxwaza çesipandina serweriya qanûnê, têkoşîna li dijî gendeliyê, pêkanîna edaleta veguhêz û başkirina şert û mercên jiyanê û xizmetên giştî kirin.

Li gor nûçeya ANHA’yê, hejmarek welatî, di nav de rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl, beşdarî çalakiya “Qanûn û Rûmet” li ber avahiya Parlementoya Sûriyeyê li Şamê bûn û daxwaza çesipandina serweriya qanûnê û bidawîanîna gendeliyê kirin.

Beşdaran pankartên ku daxwaza tewanberkirina zimanê mezhebî û hesabpirsîna kesên berpirsiyarê gendeliyê û binpêkirina mafên mirovan dikirin, bilind kirin. Çalakvanan her wiha bal kişandin ser girîngiya baştirkirina şert û mercên jiyanê û çareserkirina êşên xizan û koçberan.

çalakvanan bal kişandin ser daxwazên têkildarî têkoşîna li dijî gendelî û ji karderxistinên keyfî, û bidestxistina edaleta veguhêz.

Your Comment

You are replying to: .
captcha