Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —Wezîrê Enerjiyê yê Sihyonîstê got, eger Tirkiye baregehên leşkerî li Sûriyeyê ava bike, ewê jî dê ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê baregehan li Sûriyeyê ava bikin.
Wezîrê Enerjiyê yê Sihyonîstê Elî Cohen got ger Tirkiye di planên xwe yên avakirina baregehan li ser axa Sûriyeyê de berdewam bike, Îsraîlê jî dê neçar bimîne baregehên leşkerî li Sûriyeyê ava bike.
Cohen anî ziman ku Tel Aviv dê li hember her tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê li derdora Sûriyeyê bêdeng nemîne û got: ” Îsraîl dê bi heman rengî bersivê bide da ku ewlehiya xwe ya neteweyî misoger bike û berjewendiyên xwe yên stratejîk li herêmê biparêze.”
Wezîrê Enerjiyê yê Sihyonîstê her wiha destnîşan ku deverên derdora Şerîdaya Xezayê bi pratîkî bûne beşek ji Xezayê bi xwe, heman tişt ji bo sînorên Sûriye û Lubnanê jî derbasdare.
Elî Cohen got ku Îsraîl li ser erdê bi rastiyek nû re rû bi rû ye ku ji bo parastina wargehên Îsraîlê hebûna leşkerî ya rasterast li van deveran hewce dike.
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku Serokwezîrê Îsraîlê dê di serdanên xwe yên bê yên li Washingtonê de mijarên hesas ên têkildarî Îran û Lubnanê, di nav wan de bêçekirina Hizbullahê nîqaş bike.
Cohen anî ziman ku operasyonên Îsraîlê yên li dijî Îranê heya radesteyeke mezin bû sedem ku ewlehiya cîhanî û aramiya herêmî xurt bibe.
Your Comment