Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —
Ji dema ragihandina lihevkirina navbera Îran û DYAyê ve, penaberên başûrê Libnanê guherînên siyasî û ewlehiyê dişopînin û li bendê ne ku bibînin ka ev lihevkirin dê çi bandorê li rewşa Libnanê bike, berî ku ew biryara xwe ya dawî ji bo vegerê li gund û bajarên xwe bigirin.
Li gor ragihandina rojnameya "El-Erebî El-Cedîd", her çend hîn ti daxuyaniyeke fermî ya dilniyakirinê nehatiye weşandin jî, hin malbat ji ber zehmetiyên jiyanê li cihên penagehê, biryar dane ku van navendan terikînin. Her çend êriş û binpêkirina agirbestê ji aliyê rejîma siyonîst ve hîn berdewam e.
Tevî ragihandina lihevkirina agirbestê ya navbera Washington û Tehranê ku eniya Libnanê jî di nav de ye, ev mijar nebûye sedema ku penaberên başûrê Libnanê tavilê vegere herêmên xwe.
Gelek ji wan tercîh kirine ku heta îmzekirina fermî ya lihevkirina navbera Îran û DYAyê roja Înê li bendê bin, ji ber ku hîn ew qasê ewlehî û pêbaweriya wan a ji bo vegerê tune ye.
Piraniya penaberên başûrê Libnanê hîn li navendên penagehê mane. Heman cihên ku piştî zêdebûna êrişên rejîma siyonîst ên li ser Libnanê di 2'ê Adara (Mars) a borî de pêşî lê birin.
Ew li bendê ne ku bi berdewamiya êrişên hewayî, firîna dronan li ser başûrê Libnanê û tewra Beyrût û taxa başûrê wê, û her wiha kêmbûna karûbarên bingehîn li gelek deverên başûrê Libnanê, rayedarên berpirsiyar ragihînin ku pevçûn bi temamî rawestiyane.
Vegera bi fikarî re
Tevî hewesa gel ji bo vegerê li mal û erdên xwe, gelek ji wan ji xetera êrişên nû bitirsin.
Ew ezmûna agirbesta berê tînin bîra xwe. Agirbesta ku ji 17'ê Avrêlê (Nîsanê) ve ketiye qonaxa pêkanînê, lê êrişên rejîma siyonîst berdewam kirin û gelek gund û bajarên başûr dîsa bûn hedef. Di encamê de, hin kesên ku vegeriyabûn dîsa neçar man ku dev ji malên xwe berdin.
Artêşa Libnanê jî ji niştecihên gund û bajarên sînorî yên başûrê welêt xwestiye ku ji bo vegerê nelezîn û li fermanên hêzên leşkerî yên li herêmê bicîh bînin, ji ber ku îhtimala êrişên nû heye.
Berê jî di dema danûstandinên rasterast ên Libnan û rejîma siyonîst li Waşingtonê de, lihevkirinek ji bo rawestandina pevçûnan di 4'ê Hezîranê de hatibû ragihandin.

Rewşa penaberan li navendên penagehê yên Saydayê
Di serdana rojnamevanê rojnameya "El-Erebî El-Cedîd" ji navendên penagehê yên li bajarê Saydayê li başûrê Libnanê de, "Melke Helebî" hevrêzkera beşa parastina mafî ya di Yekîtiya Komeleyên Pêşveçûn û Alîkariyê "Ewreda" de, ragihand ku hejmara malbatên koçber ên ku li dibistana fermî ya Libnanî-Kuweytî ya Saydayê hatine tomar kirin, gihîştiye 216 malbatên ku ji 755 kesan pêk tên.
Wê got ku piştî ragihandina lihevkirina agirbestê ya navbera Îran û DYAyê, heta niha tenê 18 malbat vê navendê terikandine, ji ber ku ji bo wan serdema koçberiyê bi dawî bûye.
Lêbelê, hîn tu helwesteke fermî ji aliyê hikûmeta Libnanê ve nehatiye ragihandin, hêzên leşkerî yên rejîma siyonîst ji herêmên sînorî nehatine derxistin û firîna dronan û êriş berdewam e.
Helebî zêde kir: "Nezelaliya heyî bûye sedema ku hin malbat veguhezin herêmên nêzîk wekî Nebetîye, Sarfend û Sûrê, lê ev vegereke temam û domdar nîne."
Vegotina malbatên ku li benda vegerê ne
Sara Nasir, yek ji penaberên gundê "Kefrhetî" li başûrê Libnanê ku niha li herêma "Ebra" li rojhilatê Saydayê dijî, dibêje: "Gelek caran dev ji malê xwe berda. Tu carî demek dirêj li cihekî nemayî. Her gava ku rewş aram dibû û gef û êriş kêm dibûn, ji bo sê yan çar rojan diçûn malê, lê dîsa bi rabûna aloziyan neçar diman ku malê xwe terikînin."
Wê zêde dike: "Dema ku hişyariyên berfireh hatin dayîn, ez bi keçên xwe re çûm Ebra'yê û malek kirê kir. Niha li bendê me ku em bibînin ka lihevkirina Îran û DYA'yê bi rastî rewşa me jî di nav de ye an na, da ku belkî vê havînê vegerek dawî çêbibe."
"Ebdurrezaq Şenane" penaberekî ji bajarê Nebetîye ye ku li dibistana Kuweytî ya Saydayê bi cih bûye, dibêje: "Min li bajarê xwe nanpêjgehek hebû, lê êrişên rejîma siyonîst bûn sedema ku ez ji meha Adarê ve bi malbata xwe re dev ji malê berdim."
Wî tekez kir ku heta dema daxuyaniyeke fermî û dilniyakirinê ya rawestana pevçûnan were weşandin, ew ê li navenda penagehê bimîne.
Wî zêde kir: "Niha em nikarin vegerin, ji ber ku ev kar dişibe çûna ber mirinê. Êriş hîn berdewam in. Em li benda îmzekirina lihevkirinê di roja Înê de ne da ku belkî biryareke fermî were ragihandin."
Fikara ji tunebûna karûbaran û wêrankirina malan
"Eliya Şa'ir" yek ji penaberên din ên bajarê Nebetîye ye, dibêje: "Em li benda roja Înê ne ku li ser vegerê biryarê bidin."
Wê diyar kir ku avahiyek li kêleka mala malbata wê bi tevahî hilweşiyaye û hîn bermahiyên wê nehatine berhevkirin.
Wê zêde kir: "Hin xelk vegeriyane, hin kes tiştên xwe birine û dîsa vegeriyane cihê koçberiyê. Ew ji dengê topxaneyê ragihandine. Hin herêm hîn av, elektrîk û karûbarên ragihandinê yên têr nîn in."
Wê tekez kir ku malbat guherînên lihevkirina Îran û DYAyê dişopînin û li bendê ne ku bibînin ka ev mijar dê çi bandorê li Libnanê bike.

Gel garantiyên ewlehiyê dixwazin
"Fatime" yek ji penaberên gundê "Qeqaîyetul Cîsr" dibêje: "Heta ku daxuyaniyeke fermî li ser ewlehiya gel neyê weşandin, em venagerin. Tevra ku roja Înê were jî lê eger ewlehî tunebe, emê venegerin."
Wê zêde dike ku mêrê wê nîgarekêşê avahiyan e û niha tu kar tune û rewşa darayî destûr nade ku ew herin gund tevra ji bo kontrolkirina rewşa malê jî.
Yek ji penaberên din ên ji herêma "Edşît" a li Nebetîyeyê ku li Lîseya Fermî ya Dr. "Neziye Bezrî" ya li Saydayê ye, dibêje: "Em tercîh dikin ku bisekinin heta ku rewş bi temamî aram bibe û hikûmet ji gel re bêje ku vegerin, bi taybetî ku êrişên topxaneyê hîn berdewam in."
Wî zêde dike: "Mala me hîn li ser piyê xwe ye, lê cam şikestî ne û şilpik (teqel) ketine nav malê. Vegera di vî hawî de xeternak e."
Veger; di navbera hewceyî û tirsê de
Gelek malbatên penaber ên başûrê Libnanê naxwazin bi rengekî kesane biryara vegerê bidin; ji ber ku hîn tu garantiyeke fermî ji bo ewlehiya wan tune.
Lê dîsa jî, zextên aborî û derûnî yên ji ber koçberiyê bûne sedema ku hin malbat vegerin an jî herî kêm biçin serdana mal, erdên çandiniyê û cihên karê xwe li herêmên xwe.
Gelek karker û xwediyên kar û kêran jî çavkaniyên dahata xwe winda kirine.
Tevî zehmetiya jiyanê li navendên penagehê, gelek bawer dikin ku mayîna li van navendan hîn ji vegerê li herêmên ku hîn şahidê alozi, kêmbûna karûbaran, qutbûna av û elektrîkê û zirara binesaziyê ne, ewletir e.
Niha gelê başûrê Lubnanê rojane guherînên siyasî û ewlehiyê dişopîne û hêvîdar e ku bigihîje qonaxekê ku bikare bi pêbawerî vegere malên xwe, vegerek ku dîsa bi tirsa ji terikandina dîsa malan re nebe.
..............................
Dawiya peyamê/
Etîket :
Lubnan
Başûrê Libnanê
Penaberên başûrê Libnanê
Rejîma siyonîst
Lihevkirina Îran û DYA'yê
Your Comment