Festîval bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Aso Bekirî li ser Festîvala 6’an a Fîlman ya Jenosîdê daxuyaniyek da.

Piştre jî Serokê Desteya Bilind a Festîvalê Muhsîn Edîb axivî û spasiya hemû kesî kir ku amade bû û kêfxweşiya xwe ya ji festîvalê anî ziman û got: “Dijmin xwest bi rêya Enfal û Jenosîdê gelê me tine bike. Em kêfxweşin bi rêya fîlm û hunerê jenosîda bi serê gelê me hatî nîşanî cîhanê didîn.”

Rêveberê Rewşenbîriya Çemçemal û Serokê Festîvalê Îdrîs Şewket jî axivî û got: “Divê em gelê Kurd yekgirtî bin ji bo serxistina dosyaya Enfalê. Ji ber ku ev dosya dosyaya me tevane.”
Piştî axaftinan çend berhemên hunerî stran û mûzîk hatin pêşkêşkirin. Herî dawî jî du fîlmên beşdarî festîvalê bûbûn hatin nîşandan.

Your Comment