Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Hizbullaha Libnanê di daxuyaniyekî de ragihand ku artêşa Rejîma Siyonîst bi cihanîna êrişên hewayî, teqîn û êrişa ser navçeyên curbciur li başûeê Libnanê, binpêkirina lihevkirina agirbesê domandiye. Di van êrişan de avahiyên xelktêde li navçeyên Nebetiye û Mîfdonê kirine hedef û bi xwefirekî jî êrişî erdên vekirî yên li bajaroka Feronê kirine. Herwiha artêşa rejîma Siyonîst bi operasiyonên kavilkirinê, avahiyên xelktêde li bajarokên Teyibe û Hedasa û Mecdel Zonê teqandine.
Berxwedana Îslamî di dawiyê de bi ragihandina viya ku hemû xalên binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bi hûrî dişopîne, li ser mafê xwe yê rewa bona berevaniya ji niştîman û gel pêgîrî kir.
Your Comment