Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Fermandariya Heşdî Şeibî ya Iraqê li herêma Ferat a Navîn ragihand: Bi hevahengiya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş a hêzên çekdar ên Iraqê, ji sibê (yekşem) ve 30 hezar hêzên Heşdî Şeibî li bajarên Necef, Kerbela û derdora van her du bajaran hatine bicihkirin. Van hêzan heta dawiya merasîma oxirkirina cenazeyê pîroz ê “Şehîdê Ummetê”, berpirsyariya ewlekariya merasîmê û parastina şîngiran li ser milê xwe girtine.
Di heman demê de, li Necefa Eşref 100 mûkebên Iraqî û 25 mûkebên Îranî ji bo xizmetkirin û pêşwazîkirina şîngiran amadehiya xwe ragihandin. Her wiha parêzgariya Necefê 25 avahiyên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ji bo mûkebdarên Îranî veqetandin da ku wekî cihê mayîn û bêhnvedanê ji bo heyetên ji Îranê hatine, werin bikaranîn.
Di vê çarçoveyê de, 10 parêzgehên Iraqê, di nav de Bexda jî, roja çarşemê wekî betlaneya fermî ragihandin da ku welatî bikaribin di merasîma oxirkirina “Şehîdê Ummetê” ya li Necef û Kerbelayê de amade bibin.
………..
Dawiya Peyam/
Etîket:
- Îran
- Necef
- Şoreşa Îslamî
- Bexda
- Heşda Şe'bî (Haşda Şe'bî)
- Iraq
Your Comment