17 July 2026 - 23:59
Source: Roj News
Iraq wê bi agirê duh bişewite, an jî dê rûpelek nû ji bo sibe veke!

Bi gihiştina gelek lihevkirin, peymanên stratejîk û mercên daxwazkirî yên Donald Trump; dawîanîna çekan ya ji derveyî yasayê ya heta 30’ê Îlonê, Serokwezîrê Iraqê li Washingtonê li ser siberoja Iraqê qumar dilîze û wê rû bi rûyê ezmûna herî giran a ew komên ku tenê ji çekê dizanin bê. Pirsa girîng eve; gelo Zeydî dikare Iraqê ji bazinê ‘agirê duh’ derbixe, yan jî xewna ‘sibe’yek aram dikare li ser kaxezê bihêle?

Roja 13’ê Tîrmeha 2026’an Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî li ser bangewaziya Serokê Amerîkayê Donald Trump gihişte Washingtonê û heta niha jî nevegeriyaye.

Ev serdan tenê serdaneke dîplomasî nîne ku Serokwezîrê Iraqê ji bo 8-9 rojan li Amerîka bi şandeya pêre ku ji 44 berpirsên bilind û hejmareke bazirgan û nûnerên kopanyayên Iraqî û Herêma Kurdistanê pêk tê, bimînin.

Pêşnegtiya vê şandeya Iraqî Elî Zeydî dike ji ji Wezareta Aborî, Darayî, Elektirîk, Bazirganî û Wezîrê Derve û Parêzgarê Banka Navendî pêk tê. Armanca serekî ya vê serdanê îmzekirina 15 lihevkirin û peymanên stratejîk li gel kompanyayên Amerîkî û di warên cuda cuda de, em dikarin wiha rêz bikin;

Sektora neftê, gaz, tenduristî, çandinî, reforma darayî, bawerîbûna bi bankan, sindoqa hevpar a pêşketinê ya dahata neftê a bi mebesta fînasekirina projeyên Bendera Faw, xeta trenê û projeya rêya pêşesaziyê ya bi hevkariya kompanyayên mezin ên Amerîkayê.

Teknolojî û Star lînk a ji bo anîna projeya înternetê ya fezayî ya ji bo Iraqê.

Şandeya Iraqî duh çûn Parêzgeha Teksasê bi armanca civîna bi kompanyayên mezin ên neftê û enerjiya ya li bajarê Houston û li bendêye ku bi kompanyaya mezin ên weke ExxonMobil, Chevron û Halliburton ên Amerîkayî re ji bo girîngîdayîna sektora neft û gazê, peyman îmze bikin.

Elî Zeydî ji bo bala kompanyayên Amerîkî bikişîne ragihand ku amade ye ji para nefta Iraqê behra kompanya zêdetir bike. Nimûne, eşkere kir ku behra kompanyaya Chevron berê sedî 10 bû, bike sedî 15.

Li aliyê din bi amadebûna Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Iraq û Sûriye Tom Barrack du xetên veguhestinê enerjiya Iraqê çêkirine. Ev xet wê di navbera Sûriye û Nînowayê de bigihêje Deryaya Navîn. Ev jî wê weke alternatîfa Tengava Hurmizê be.

Sozên Trump û bendewariyên li pêş

Li gorî agahiyan Trump di vê serdanê de ji bo Zeydî gotiye ku eger Zeydî di bê çekkirina komên çekdar ên ser bi Îranê serketî bibe, ewê bikare zêdetirî 20 herêmên cuda yên Iraq û Herêma Kurdistanê sîstema parastina esmanî bicih bike.

Lê ji bo bicihanîn û pêkanîna van lihevkirin û peymanan wisa rehet nîne. Gelek astengî û alozî li pêşiya wê hene ku niha derketin holê.

Dema dawî; du bûyerên dîrokî yên li pêşiya Iraqê

Roja 30’ê Îlona îsal dema dawî ya ji bo komên çekdarin ku çekên xwe teslîmî dewletê bikine û vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji Iraqê ye. Li gorî peymanê erka Hêzên Navneteweyî ya li dijî şerê DAIŞ’ê dawî dibe, ti hincetek nemaye destê komên çekdar de ku xwedî çek bin.

Bi kurt û Kurmancî; ev sojeya lihevkirina di navbera Elî Zeydî û Trump de ye. 30’ê Îlona îsal hêz û komên çekdar divê biçin derveyî Iraqê û hilberîn û kompanyayên bazirganî li şûna wan wê bikevin nava Iraqê.

Hemû kom hatine agehdarkirin ku li gorî yasayê çek ji derveyî dewletê di destê ti alî de nemîne. Lê ev wisa wê hesan nebe, pirsa girîng li vir ewe ku hemû komên çekdar wê li gorî vê daxwazê tev bigerin an na?

Ew komên çekdar ku naxwazin çekên xwe radest bikin, kîjanin?

Komên çekdar yên Şîe yên Iraqê ku xwe wekî “Eniya Berxwedana Îslamî” bi nav dikin û ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin, gotine ku ewê çekan radest nakin û amade ne ku bi gefên DYA rûbirû bimînin.

Ev komane, ku Lîwayên Seyîd Şuheda, Lîwayên Kerbela, Ensarullah Awfia, Tevgera Nûceba, Tevgera Esayib Ehl el-Heq û Lîwayên Hizbullah di nav de ne, peyamek ji çar xalan ji hikûmeta Iraqê re şandine .

Di xala sêyemîn de, koman bang kirin ku dawî li hebûna hêzên dagirker ên biyanî li ser ax û qada hewayî ya Iraqê were û pêşî li her ketina nav axa Iraqê were girtin, çi di bin navê siyasî, ewlehî an aborî de be.

Di xala dawî de jî wiha hatiye gotin; “Em tekez dikin ku em çekek pîroz hildigirin, nemaze li welatekî ku hîn jî dagirkerek heye, ev çek garantiya parastina ax û cihên pîroze.”

Niha komên çekdar li nêzikatiya Zeydî ya bi DYA’yê re çawa dinêrin?

Komên çekdar bi tundî li dijî vê yekê ne. Ev kom ne tenê hebûna leşkerî ne. Belkû, ew guhertina têkiliyê bo “peymaneke ewlehiyê ya dualî” an “parastina şêwirmendan” di bin çi navî de be red dikin û wê wekî binpêkirina serweriya Iraqê dibînin.

Bo nimûne, Koma Nûceba û Hizbullah baweriya xwe bi sozên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê naynin û hikûmetê bi windakirina demê di bin zexta Washingtonê de tawanbar dikin ku di bin zexta DYA’yê de dem dikujin.

Çima divê gefên van koman werin berçavgirtin? Ewê çawa bibin astengiyek mezin li pêşiya serokwezîrê nû?

Di salên dawî de, heman kom di berjewendiyên aborî yên Îranê de nehevseng bûne. Bi taybetî di warê petrol û enerjiyê de li Iraqê, wan zeviyên petrol û gaza xwezayî neparastine û bi dron û mûşekan êriş kirine.

Wan bi berdewamî bi karanîna katyûşa, mûşek û bombebaranên dronan zeviyên petrol û gazê û baregehên şîrketên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê hedef girtine.

Bo nimûne, Zeviya Gazê ya Kormor, ku ji hêla Şîrketa DANA GAS ya Îmaratê ve tê xebitandin, li bajarokê Çemçemalê yê parêzgeha Silêmaniyê ye. Ev zevî herî zêde rastî êrişan hatiye (erişên bi dronan yên di 2022, 2023 û Nîsana 2024’an de). Êrişan hilberîn û hinardekirina gaza xwezayî asteng kirin, û van êrişan di sala 2025’an de jî berdewam bikin.

Zeviya petrolê ya Xurmele, ku li başûrê rojavayê Hewlêrê ye, ji aliyê Şîrketa Kar Group ya PDK’ê ve tê xebitandin. Di sala 2022’an de, ji parêzgeha Nînova ve ji aliyê komên çekdar ên Iraqî ve bi çend mûşek û dronan êrişî wê hat kirin.

Rafîneya Kewirgoskê, ku li navçeya Xebat ya parêzgeha Hewlêrê ye û ji aliyê Şirketa Kar Group ya PDK’ê ve tê xebitandin, di Nîsan û Gulanê de bi mûşekan rastî êrişê hat.

Li naverast û başûrê Iraqê, van komên çekdar şîrketên petrolê yên Amerîkî û Rojavayî jî kirin armanc ku ji bo wan neçar bikin ku vekişin an jî peyamek siyasî ji Washingtonê re bişînin, di nav wan de:

Zeviya petrolê ya Zubêy li parêzgeha Besrayê ku ji aliyê şîrketa Îtalî Eni ve tê xebitandin, di salên dawî de bi mûşekên Katyuşa li rastî êrişê hat.

Zeviya Petrolê ya Qurne Rojava; Li bakurê Besrayê ye û ji aliyê şîrketa Amerîkî Exxon Mobil ve tê xebitandin. Di salên 2019 û 2020’an de, çend mûşekên Katyuşa êrişî xaniyên karmendên şîrketê kirin. Ev yek bû sedem ku şîrket karmendên xwe yên biyanî demkî vekişîne.

Heta di salên dawî de jî, çend şîrket (bi taybetî Amerîkî) ji ber tirsa êrişên komên çekdar yên nêzîkî Îranê, her tiştê xwe kom kirin û ji Iraqê vekişiyane.

Berî her tiştî, Exxon Mobil, mezintirîn şîrketa petrolê ya Amerîkî li Iraqê, di dawiya sala 2023’yan de bi fermî pişka xwe ya li zeviya petrolê ya West Qurna-1 firot û bi tevahî ji sektora petrolê ya li başûrê Iraqê vekişiya.

Yên din jî Halliburton & Baker Hughes, HKN Energy û çend şîrketên din ên leşkerî, aborî, bazirganî û xizmetguzariyê ne.

Gelo dîrok dê xwe dubare bike, yan dê Iraq rûpeleke nû veke?

Piştî ku Zeydî û şandeya wî gihiştin Washingtonê, Sekreterê Giştî yê Tevgera Nûceba Ekrem Keebî,  peyamek weşand û êrişî Donald Trump û şîrketên Amerîkî kir. Keebî got ku ewê rê nedin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku “dizîna petrol û dewlemendiya Iraqê” bidomînin û dê wan ji ax û qada hewayî ya welat derxbixin. Ji bo vê yekê jî bal kişand ser hêza Eniya Berxwedanê (Meqawemey Îslamî).

Pirsa bê kirin eve; gelo Elî Falih Zeydî dikare bi van astangiyan re têbikoşe û rûpeleke nû ji bo Iraqê veke? An jî ewê berî wê bi heman ezmûnê re rûbirû bimîne û peyman, girêbest û biryarên wê bibin tevlîheviyek li ser kaxezê da ku rûpeleke nû veke?

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha