21 July 2026 - 18:09
Source: Roj News
Îran: Me li navendên Amerîka yên li Kuweyt û Bahreynê xist

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehlê Beyt — ABNA — Supayê Pasdaran ya Îranê ragihandin ku li navendên leşkerî yên Amerîka yên li Bahreyn û Kuweytê xistine. Washingtonê jî diyar kir ku li ser hev 10 şevin êrişên hewayî dibe ser hedefên leşkerî yên li Îranê.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrişên hewayî yên şeva dehemîn ên li ser Îranê bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li ser navendên fermandariya leşkerî, kapasîteya deryayî, nuqteyên fuze û balafirên bêmirov û sîstema parastina hewayî ya Îranê hatiye kirin.

CENTCOM’ê diyar kir ku armanc ji êrişan lawazkirina kapasîteya êrişan a Îranê ya li hemberî keştiyên bazirganiyan ên li Tengava Hurmuzê ye.

Îranê li baregehên Amerîka yên li Bahreyn û Kuweytê xist

Supayê Padaran ya Îranê bi rêya ajansa nûçeyan a fermî IRNA’yê daxuyanî da û ragihand ku wan êriş birine ser hedefên leşkerî yên Amerîka yên li Bahreyn û Kuweytê.

Li gorî daxuyaniyê li Bahreynê sîstemên parastina hewayî û tesîsên radarê yên li du baregehên DYA’yê, li Kuweytê jî sîstema fuzeyan a ji bo parastinê û sîstema peykê hatine bombekirin.

Supayê Pasdaran bi gotina, “Divê dijmin xwe ji pêlên hîn xurtir û bi biryar yên êrişên bi fuze û balafirên bêmirov re amade bike” di mijara êrişên nû de hişyarî da Washingtonê.

Di daxuyaniyeke din a televîzyona dewletê ya Îranê de hate gotin ku artêşa Îranê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êriş biriye ser sê baregehên girîng ên DYA’yê yên li Kuweytê.

Li Hurmuzê du keştiyên petrolê hatin sekinandin

Supayê Pasdaran ya Îranê ragihand ku li Tengava Hurmuzê 2 keştiyên petrolê hatin rawestandin ku hewl dida ji “rêgeha başûr” ya ku rêveberiya Tehranê nas nake derbas bibin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê IRNA’yê ve hate ragihandin, teqînên li tankeran bû sedema şewateke mezin û piştî vê jî keştî hatin rawestandin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha