30 July 2026 - 20:32
Source: Roj News
Heşdî Şeebî: Em çekan radest nakin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —Serfermandarê Desteya Heşdî Şeebî Ebdulezîz Mihemedawî (Ebo Fedek) ragihand ku ewê çekên komên çekdar (Eniya Berxwedanê) radestî dewletê nekin. Ev daxuyanî jî piştî êrişa duh ya hevbeş a Amerîka û Erebîstana Siûdî ya li dijî komên Heşda Şeebî ya li nava Iraqê hat dayîn.

Serfermandarê Desteya Heşdî Şeebî Ebdulezîz Mihemedawî bi nasnav (Ebo Fedek) têkildarî radestkirina çekên komên çekdar ya ji bo dewletê, ji çapemeniya Iraqê re axivî.

Ebo Fedek li ser pirsa radestkirina çekan ya ji bo dewletê, got: “Wê kî çekan wergire? Kî kes cesaret dike ku çekan wergire?”

Di nava raya giştî ya Iraqê de ev gotinên Ebo Fedek wekî ku ewê çekên komên çekdar yên Heşda Şeebî radestî dewletê nekin, hate nirxandin.

Ev daxuyanî piştî êrişa duh ya hevbeş ya Amerîka û Erebîstana Siudî ya li dijî komên Heşdî Şeebî hat kirin.

Hêjayî gotinê ye di encama êrişa duh ya li ser Heşdî Şeebî de 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bibûn.

Your Comment

You are replying to: .
captcha