Li gorî ajansa nûçeyan a Ehlul-Beyt (s.x) – ABNA– Qur’ana Pîroz diyardeya «xewê» wekî pêkhateyeke giring a afirandinê û nîşanek ji dana hikmetane ya Afirîner, gelek bal kirîye serê, û di ayeta 23. a sûreyek «Rûm» de dibêje:
(Ji ayetên (nîşanên) wî, xewa we di şev û rojê de ye, û herwiha hewldana we ji bo sûdwergirtinê ji kerema Xwedayê we û peydakirina pêdiviyên jiyanê.) — «وَمِنْ آیَاتِهِ مَنَامُکُم بِاللَّیْلِ وَالنَّهَارِ وَابْتِغَاؤُکُم مِّن فَضْلِهِ»
Û di dawiyê de zêde dike:
(Di van karan de, ayet û nîşan hene ji bo wî komelê ku guhên bihîstokî hene.) — «إِنَّ فِی ذَٰلِکَ لَآیَاتٍ لِّقَوْمٍ یَسْمَعُونَ»
Ev rastî ji kesî veşartî nîne ku tevahiya «bûyînên zindî» ji bo nûkirina hêza xwe û bidestxistina amadebûna pêwist ji bo domandina kar û çalakiyê, hewcedariyê bi bêhnvedanê ne; bêhndana ku bi mecbûrî derê serê wan, heta kesên pir zehmetkêş an jî têhilbaz jî neçar dike ku bi xwe bidinê.
Hûn qey çi faktor ji xewê çêtir e ji bo bidestxistina vê armancê? Xew ku bi mecbûrî derê serê mirov û wî neçar dike ku hemû çalakiyên bedenî û beşeke giring ên çalakiyên fikrî û mejî yên xwe rawestîne. Tenê ew navendên bedenê yên wek dil û pişik û beşek ji çalakiyên mejî yên ku ji bo domandina jiyanê pêwist in, berdewamî bi xebata xwe dikin, û ew jî pir hêdî û nerm.
Ev diyarîya mezin a Xwedayî dibe sedem ku beden û rohê mirov, bi peyva navdar, bê «pêximandin» (servîs), û bi derketina rewşa xewê — ku cûreyek sekn û rawestandina karê bedenê ye — aramî û jihevketina westiyanî bi dest bikeve, û mirov jiyan, şoriş û hêzeke nû bi dest bixe.
Bêguman, eger xew nebûna, roh û bedena mirov zû zû diçilmisîn û dihesibiyan, û zû zû kalbûn û şikestin derê serê wî bûna. Ji ber vê yekê, xewa guncav û aram, razê tenduristî, dirêjbûna temen û domandina şorişa ciwaniyê ye.
Pêdiviya beden û rohe mirov bi xewê, ewqas zêde ye ku tişta hilgirtin û sebra mirov li hember bêxewiyê pir kêm e û ji çend şev û rojan derbas nabe. Ji ber vê yekê, astengkirina xewê hertim wekî yek ji hovane tir êşkenceyan li nik zordar û tagotan hatiye nasîn.
Û ji ber vê yekê jî, yek ji rêyên bi bandor ên dermankirina gelek nexweşiyan ev e ku nexweş têxe xeweke kûr, û bi vê rêyê hêz û enerjiya nexweş zêde dikin.
Ji ecêbên cîhana xewê, yên ku zananîyî dawî li ser perde rakirine, ev e: Di dema xewê û sekinandina demkî ya beşeke mezin ji mejî de, hinek şane (xane) — yên ku divê bi navê «şaneya parêzvan» werin binavkirin — dîsa jî hişyar dimînin, û ew pêşniyarên ku mirov berî xewê derbarê kêliya hişyarbûnê dane wan, qet jî ji bîr nakin, heta ku di dema pêwist de tevahiya mejî hişyar bikin û tevbigerin.
Wek nimûne, dêke westiyayî û tehlûk ku şevê radizê û zarokê wê yê şîrmij di dergûşa nêzîk de ye, bêxweda vê têgeha xwe dide şaneya parêzvan a ku girêdan di navbera roh û bedenê de ye: «Her kengî zarokê min çi dengê herî piçûk jî bi wîle, min hişyar bike.» Lê dengûdorên din ne giring in! Ji ber vê yekê dibe ku gurmîna birûskê vê dêkê ji xewê hişyar neke, lê çiqas dengê herî piçûk ê zarokê wê bibe sedemê hişyarbûna wê. Ev erkê giring jî şaneya parêzvan li xwe girtiye!
Em bi xwe jî vê heqîqetê pir ceribandine: Kengî biryar daye ku sibehê zû, an jî hetta di nîvê şevê de, biçî ser rêwîtiyê an bernameyeke giring, û vê yekê bispêrin xwe, bi piranî di wextê xwe de hişyar dibin; lê di rewşek din de dibe ku bi saetan bikevin xewê.
Çiqas mirov zêdetir bikeve lêkolîn û vekolînê, ewqasî bi mezinahiya Afirînerê vê diyardeyê bêtir nas dibe (1).
…………………..
Pêniwîs:
(1). Berhevkirin ji pirtûka: Tefsîra Nimûne, Ayetullahê Azam Mîrza Nasir Makarim Şîrazî, Dar el-Kutub el-Îslâmiyye, çapa bîst û pêncem, cild 16, rûpel 419.
Your Comment