Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Şêx Abdullah el-Salih, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Eniya Çalakiya Îslamî ya Behreynê, di yekemîn konferansa navneteweyî ya “Bê‘seta Ummeta Mihemed” de, ku bi hewldana Civata Cîhanî ya Qadimûn hate lidarxistin, behsa giringiya têgeha “Bê ‘seta gelan” kir.
El-Salih di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gotinên dawî yên rêberê şehîd ên derbarê “Bê‘seta gel” de û diyar kir ku ev têgeh ji bertekeke demkî wêdetir e; ev têgeh bi wateya hişyarbûn, agahdarbûn û pejirandina berpirsyariya civakî ya gelan e.
Wî got: “Hin gotin bi çûna xwediyên xwe re bi dawî nabin û di dîrokê de wekî bîranînekê namînin, belkî toximên paşerojekê di xwe de dihewînin. Yek ji wan jî gotina rêberê şehîd e ku digot: Eger bûyerek li ser welat pêk were, Xwedê vê ummetê ‘mube‘es’ dike (radike) û gel wê kar bi encam bîne.”
El-Salih tekez kir ku “Bê‘seta gelan” tenê amadebûna demkî an reaksiyoneke hestyar nîne; ew derbasbûna mirov ji rewşa bendewariyê bo hişyariyê, ji cihê wergirê bo mirovekî berpirsiyar, ji hestkirina êşê bo têgihîştina erkê û ji ferdê belavbûyî bo ummetekê ye ku peywira xwe nas dike.
Bandora li herêmê
Cîgirê sekreterê giştî yê Eniya Çalakiya Îslamî ya Behreynê, bi amajekirin li ser pêşketinên salên dawî yên herêmê (Lubnan, Iraq, Yemen û Filistîn), van pêşketinan wek nimûneyên vegerandina îrade û kapasîteya gelan a ji bo roldanê binav kir.
Ma Behreyn jî di vê qonaxê de ye?
El-Salih di bersiva pirsa “Ma Behreyn jî qonaxek ji Bey‘setê derbas dike?” de got: “Ger em Bey‘setê bi wateya wê ya kûr bihesibînin, bersiv erê ye.” Wî tekez kir ku Behreyn xwedî paşxaneyeke dirêj a hebûna alim, rewşenbîr û kesayetiyên civakî ye û tekoşînên salên borî hişyariya civakê guhertiye.
Li gorî El-Salih, “Bê‘seta Behreynê” ne divê wek kêliyeke hestyar were dîtin, divê wek hişyarbûna gelê Behreynê were dîtin ku tê de mirovê Behreynî baweriya xwe bi nirxên welatê û bi hemwelatîbûna xwe ya xwedî maf û berpirsiyarî tîne.
Yekîtiya Ummeta Îslamî
El-Salih di dawiyê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya Ummeta Îslamî û diyar kir: “Yekîtî ne tê wateya tunekirina taybetmendiyên gelan e, belkî tê wateya dîtina nirxên hevpar e. Yekîtiya Ummetê ji sloganê dest pê nake, ji vê hişyariyê dest pê dike ku rûmeta mirov li her cografyayê pirsgirêkeke hevpar e û dad nayê parçekirin.”
Wî bang li nifşê îro kir ku ezmûnên dîrokî veguherînin zanîn û bernameyeke avaker, da ku di paşerojê de zanist, diyalog û dad bibe rêya sereke ya çareserkirina nakokiyan.
………………….
Dawiya peyam
Etîket
- Şêx Abdullah El-Salih
- Eniya Çalakiya Îslamî ya Behreynê
- Civîna navneteweyî ya “Be‘seta Ummeta Mihemed”
Your Comment