8 November 2026 - 08:50
Source: Sahar TV
Berdewambûna nerazîbûnan li Fransayê

Di dewama xwenîşandanên di çend hefteyên buhurî da ku bi pêşengîya ciwanan tên lidarxistin, nerazîbûn u greveke nû li vî welatî dest pê bû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA – Bi sed hezaran karker li Fransayê daketin kolanan da ku li dijî zêdebûna xercên jiyanê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Sendîkayên karkeran û komên xwendekaran ji bo meşeke fermî li navenda Parîsê banga beşdariyê kiribûn, ku bi dirûşma "Li dijî xercîn giran ên jiyanê û piştgiriya ciwanan" hat lidarxistin.

Ev yek di demekê de ye ku rayedarên Fransî lidarxistina vê kombûnê qedexe kirine. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku ji bo dabînkirina ewlehiyê di dema xwepêşandanan de, 70 hezar polîs û karmendên ewlehiyê li seranserê welêt hatine bicihkirin. Xwepêşandan bûn sedema pevçûnê di navbera xwepêşander û polîsan de.

Dawiya Peyam/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha