Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Lirarên aborî yên berhevkirî yên ku tê pêşbînîkirin ji şerê DYE û rejîma Siyonîst li dijî Îranê li welatên ereb ên perava Kendava Farsê di salên 2026 heta 2030an de derkeve, ji 790 milyar dolarî zêdetir bûye. Ev di halekî de ye ku lêçûna zirar û ziyanên fîzîkî yên ji vî şerî li van welatan jî zêdetirî 200 milyar dolarî tê texmînkirin.
Li gorî lêkolîneke ku şirketa bîmeya krediyê ya bazirganî û rêveberiya rîska darayî "Allianz Trade" amade kiriye, tê hêvîkirin ku berhema navxweyî ya giştî (GDP) ya welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendava Farsê di sala 2026an de bi qutbûna 4 rêjeyî re rûbirû bibe. Ev hejmar 8,2 xalên rêjeyî ji pêşbînîyên mezinbûna aborî ya berî şerê li dijî Îranê kêmtir e.
Li gorî vê lêkolînê, Qeter dê herî zêde zirarê bibîne û tê pêşbînîkirin ku aboriya vî welatî di sala 2026an de bi qutbûna 14 rêjeyî re rûbirû bibe. Piştî Qeterê, Kuweyt bi 11 rêjeyî û Behreyn bi 8 rêjeyî di qutbûna aborî de ne.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku aboriya Erebistana Siûdî 2,8 rêjeyî û ya Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb 0,9 rêjeyî biçûk bibe. Berevajî vê, tê hêvîkirin ku aboriya Omanê bi mezinbûna 3,3 rêjeyî re rûbirû bibe. Ev mijar ji gihîştina vî welatî bo rêyên deryayî yên li derveyî Tengava Hormuzê derdikeve.
Şirketa Allianz pêşbînî dike ku heke alî ji nû ve zêdekirina aloziyan dûr bikevin û keştîgerî li Tengava Hormuzê vegerê rewşa normal, aboriyên ku herî zêde zirar dîtine dê ji sala 2027an dest bi pêvajoya başbûnê bikin. Li gorî vê pêşbînîyê, mezinbûna aborî ya Qeter û Kuweytê di wê salê de dikare bigihîje nêzîkî 9 rêjeyî.
Li gorî vê lêkolînê, paşveçûna aborî dê berbi beşên sereke yên aboriya herêmê jî belav bibe. Tê pêşbînîkirin ku çalakiya beşa neft û gazê li welatên ereb ên perava Kendava Farsê di sala 2026an de nêzîkî 8,5 rêjeyî kêm bibe. Ev mijar bi tenê 1,6 xalên rêjeyî ji mezinbûna GDP ya van welatan kêm dike.
Her wiha tê hêvîkirin ku çalakiyên bazirganî li herêmê bi kêmbûna 5,5 rêjeyî re rûbirû bibin.
Ev lêkolîn tekez dike ku vegerandina beşek ji herikîna hinardekirina neftê bo asta berî şer, ne mecbûrî wateya bidawîhatina hejandinên dahatê ye. Ji ber ku piştî şer, hinardekirin ji berê zêdetir bi rêyên alternatîf ve girêdayî bûye. Wekî din, hetta di rewşa gihîştina lihevhatin û çareserkirina nakokiyê de jî, gefên ewlehiyê dibe ku berdewam bikin.
Zirarên bo beşa enerjî, turîzm û sîteyan
Li gorî vê lêkolînê, zêdetirî 80 sazgehên enerjiyê li welatên ereb ên perava Kendava Farsê bûne armanca êrîşan. Van sazgehan navendên hilberîna enerjiyê, palgeh û xetên borî dihewandin ku nêzîkî sêyeka wan zirarên giran dîtine.
Zirarên herî zêde li aboriyên ku pêwendiya wan bi Tengava Hormuzê re zêdetir e kom bûne û ev zirar bi taybetî li binesaziyên enerjiyê yên van welatan bûne.
Li Qeterê, ev rapor behsa zirardîtina qada gazê ya Bakur kiriye. Qadeke ku nêzîkî 18 rêjeyî ji hilberîna gazê ya vî welatî û nêzîkî 4 rêjeyî ji dabînkirina gaza xwezayî ya şile ya cîhanî peyda dike.
Li gorî nirxandina vê lêkolînê, vegerandina hilberîna vê qadê bo rewşa normal dibe ku çend salan bigire; mijareke ku encamên zirara hatî çêkirin ji bo hinardekirina gazê û dahatên Qeterê dirêjtir dike.
Her wiha sazgehên palgehê jî bûne armanca êrîşan ku ev mijar kêmbûna berhemên neftê yên palijkirî li bajaran giran kiriye.
Ketina turîzmê û kêmbûna dahatên pîşesaziya geştiyariyê
Beşa turîzmê jî ji ber kêmbûna rêwîtiyan û xerckirina geştyaran û her wiha zirardîtina baweriya rêwiyan, bi şokeke giran re rûbirû bûye.
Li gorî vê raporê, hejmara geştyarên hatî bo herêmê di nîvê yekem ê sala 2026an de nêzîkî 22 rêjeyî kêm bûye.
Şirketa Allianz pêşbînî dike ku dahata turîzma navneteweyî ya welatên herêmê bi tevahî salê nêzîkî 33 rêjeyî kêm bibe û bigihîje nêzîkî 104 milyar dolarî.
Ev hejmar nêzîkî 56 milyar dolarî ji dahata ku di rewşa nebûna şer de dikaribû bo van welatan pêk bihata, kêmtir e.
Her wiha hejmara geştyarên hatî di navbera mehên adar û hezîranê de, di her yek ji van mehan de bi navînî 33 rêjeyî li gorî heman heyama sala borî kêm bûye.
Ev lêkolîn pêşbînî dike ku pêvajoya vejandina pîşesaziya turîzmê li herêmê hêdî û nehevseng be û vegerandina vê pîşesaziyê bo asta nêzîkî rewşa berî şer heta sala 2029an bigire.
Kêmbûna hatinûçûna hewayî û zirar li pîşesaziya hewavaniyê
Di beşa veguhastina hewayî de jî hejmara rêwiyên ku di nîvê yekem ê sala 2026an de di Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê re derbas bûne, nêzîkî 30 rêjeyî kêm bûye. Rêjeya vê kêmbûnê di meha adarê de gihîştiye 60 rêjeyî.
Şirketa Allianz pêşbînî dike ku hatinûçûna rêwiyên hewayî li herêma Rojhilata Navîn di salên heyî de 11,4 rêjeyî kêm bibe.
Her wiha Dubay armanca xwe ya bo veguhastina 100 milyon rêwiyan ji sala 2026an bo sala 2027an paş xist.
Di heman demê de, zêdekirina dîsa a xeterên ewlehiyê bûye sedema betalkirina firînan û paşxistina vegerandina hin şirketên hewavaniyê bo herêmê.
Ketina danûstandinan û kêmbûna bihayê xaniyan li Dubayê
Di beşeke din a vê lêkolînê de, rewşa baza sîteyan a Dubayê hatiye lêkolînkirin.
Li gorî vê raporê, nirxa danûstandinên sîteyan li Dubayê di meha gulanê de li gorî heman heyama sala borî 49 rêjeyî kêm bûye.
Her wiha bihayê xaniyan heta meha tebaxê li gorî heman heyama sala borî di navbera 1,7 heta 3,1 rêjeyî de kêm bûye. Ev di halekî de ye ku rêjeya kêmbûna bihayan heta meha îlonê, li gorî lûtkeya tomarkirî ya meha rêbendanê, gihîştiye 10,2 rêjeyî.
Kêmbûna projeyên avakirinê û zêdebûna lêçûna çêkirinê
Beşa avakirinê jî bi hêdîbûna bicihkirina projeyên taybet û guherîna arasteya veberhênanan berbi xerckirinên dewletî re rûbirû bûye.
Şirketa Allianz di vê bareyê de ragihand ku nirxa peymanên hatî radestkirin di projeyên avakirinê yên Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb de di çaryeka yekem a sala 2026an de li gorî heman heyama sala borî 40 rêjeyî kêm bûye. Ev hejmar di çaryeka duyem de jî 63 rêjeyî din kêm bûye.
Li Erebistana Siûdî, nirxa peymanên hatî radestkirin bo bicihkirina projeyan di çaryeka yekem a salê de gihîştiye 11,5 milyar dolarî ku wekî duyem hejmara herî nizm di pênc salên borî de tê hesibandin.
Bi vê re jî, nirxa peymanên projeyan di çaryeka duyem de 160 rêjeyî zêde bû. Zêdebûneke ku bi giranî di bin bandora peymanên têkildarî beşa gazê û binesaziyên dewletî de bûye.
Wekî din, lêçûna materyalên avakirinê jî ji meha rêbendanê zêde bûye. Bi awayekî ku bihayê çîmentoyê 16 rêjeyî, betonê 10 rêjeyî û asinê 8 rêjeyî mezin bûye.
Dawiya Peyamê /
Etîket:
Encûmena Hevkariya Kendava Farsê
Kuweyt
Behreyn
Erebistana Siûdî
Dubay
Herêma Rojhilata Navîn
Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb
Kendava Farsê
Sîteyên Dubayê
Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê
Şer li dijî Îranê
Encamên aborî yên şer li dijî Îranê
Your Comment