17 November 2026 - 23:51
Source: kmr.abna24.com
Pileyên Bilindbûn û Ketina Mirov ji Dîtina Quranê

Her mirovê ku pêş dikeve, digihîje pile û cihêkî bilind û hêja û bilind dibe, an jî paşve diçe, digihîje astekî nizm û xerab û dikeve, bêguman ev encama kirin û tevgerên wî bi xwe ye.

Mirov dikare bi kirina karên baş xwedî fezîlet bibe û evîna Xwedayê Mezin û dilên paqij bi dest bixe. Herwiha, dikare bi kirina karên nebaş bikeve nava rezîlî û qirêjiyê û Şeytan û alîgirên wî kêfxweş bike.

Bêguman, ev yek ji bo cinan jî derbasdar e; ji ber ku ew jî xwedî berpirsiyariya şer‘î ne.

Xwedayê Mezin vê şîret û hişyariyê ji hemû kesan re dide û dibêje:

«وَلِكُلٍّ دَرَجَاتٌ مِمَّا عَمِلُوا وَمَا رَبُّكَ بِغَافِلٍ عَمَّا يَعْمَلُونَ»

«Ji bo her yek ji wan (cin û însan) li gorî wan karên ku kirine, derece û pile hene (ji xelat û ceza). Û Perwerdekarê te ji wan karên ku ew dikin bêxeber nîne.»

Çavkanî: Sûreya En‘amê, ayeta 132.

Hemîd Reza Rezayî Orgenî

Qum, bajarê pîroz.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha