6 June 2024 - 06:11
Di êrîşa balafirên bêmirov ên Hizbullahê bo ser baregeha artêşa siyonîst de 2 leşkerên siyonîst hatin kuştin

2 Leşkerên siyonîst li bakurê herêmên dagirbûyî hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- Çavkaniyên medyayî ragihandin ku balafireke bêfirokevan a xwekujî li baregeha sereke ya Rêjîma Siyonîst li bajaroka siyonîst a “Harfîş”ê li bakurê navçên dagirbûyî xist.

Li gorî vê raporê, di encama êrişa xwekujî ya firokeyên bêfirokevan ser bajarokê Harfîş de, 2 leşkerên Rejîma Siyonîst hatin kuştin û 20 leşker jî birîndar bûn.

Medyayên siyonîstî li ser zarê çavkaniyên nexweşxanê ragihandin ku di nav 20 birîndaran de rewşa laşî ya 5 kesan giran e.

Çavkaniyên siyonîstî radigihînin ku 3 helîkopter bo cihê lêxistina firokeyên bêfirokevan hatine şandin bo veguhestina birîndaran bo nêzîktirîn navenda pijîşkî.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew lêkolînê li ser çalaknenekirina sîrenan di vê êrîşê de dikin.

Berxwedana Lubnanê li heyamê mehên derbasbûyî bi sedan çeperên leşkerî yên Rêjîma Siyonîst bi armanca piştevaniya ji gelê Filistînê kiriye armanc û ziyanên mezin gihandiye artêşa Rejîma Siyonîst.

Hizbullahê ragihand ku di van operasyonan de bi dehan leşkerên siyonîst hatine kuştin, lê Rêjîma Siyonîst hejmara rastî ya kuştî û birîndaran eşkere nake.

................................

dawiya peyamê/