6 August 2025 - 23:34
Sîyaseta hovane ya Rejîma Sîyonîst a sepandina birsîbûnê ser jin û zarokên Xezzeyê da

Ji destpêka sepandina xelayê li Xezzeyê va heta nika bi giştî 193 kesî ji birsîya can daye ku ji wan 96 kes zarok in.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîya Xezzeyê got: Rewşa Zîvala Xezzeyê her ku diçe xirabtir dibe û ev navçeya veguherîye warê belavbûna nexweşîyan. Gellek haletên bijehrêketina ji ber ava qirêj û xwarekê hatine tomarkirin. Rejîma Sîyonîst a dagirker niştecîyên Zîvala Xezzeyê bi bombe, birsîragirtin û hemî emrazên pêkan dikuje. Jordeavêtina alîakrîyên mirovdostîyê bi rastî sedema şermê ye. Hin kes di bin wan barên alîkarîyê da mane û can dane.

Olga Çirîyoko Berdevka Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY jî derbara rewşa qeyranî ya Xezzeyê hişyarîyê dide û dibêje: Zarok. jin , pîr û kalên bi dû xwarekê, li ber xeterê ne û em bi rewşeke zef dijwar ra rûbirû bûne û hewl didin ku alîkarîyên pêwîst ên herîkêm dabîn bikin, lê beşeke zef kêm a alîkarîyan derbasî Zîvala Xezzeyê dibe.

Wê herwiha got ku kamyonnê hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê ji ber lêgerîna giran a ji hêla Rejîma Sîyonîst va dereng derbas dibin û vê yekê karê personelan li Xezzeyê gellekî zehmet kirîye. 

Rejîma Sîyonîst herwiha di dewama plana xwe ya dagirkerîyê da li Xezzeyê, hişyarî da niştecîyên herêma Zeytûnê ku jê derkevin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha