Seferberiya(Besîcê- dilxwaz) Gel a Venezuelayê ji bo rûbirûbûna li dijî Dewletên Yekbûyî Amerîka

Hêzên gelerî yên dilxwaz li seranserê Venezuelayê li baregehan perwerdehiya parastinê welat dibînin da ku welatê xwe biparêzin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlul Baytê (S.X)- ABNA -Piştî bangê Serokê Venêzûela, Nicolas Maduro, hêzên gelêrî yên tomar kirin ji bo parastina welêt, di bin rêveberiya fermandar û hêzên artêşê de, li seranserê welêt li hemû kampa leşkerî qursên parastinê yên demkurt dikin.

Ev qursên di nav de temayên piştgirî, şer, tenduristî, dermankirin, karûbarên teknîkî û mekanîkî, sazkirin, parastin, amadekirin, xwarina cebilxaneyê û kontrola civakî di rewşên awarte de ne.

Gelek Venezuelayî — mêr, ciwan, jin, keç, karmend, cotkar, masîgir, mamoste û komên din — di Plana Serxwebûna Neteweyî 200 de tomar bûn û niha li kampa leşkerî qursên perwerdehiyê dibînin. Armanca wan ev e ku di doza êrîşeke leşkerî ya Amerîkayê de, ji bo parastina welatê xwe amade bin.

Beşdarên qursên parastinê daxuyaniyên propaganda yên Trump li ser şerê dijî bazirganiya narkotîkê li Venêzûela bêyan dikin û dibêjin ku ew ê li hember gefên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku dixwazin welatê wan qels bikin û serdestîya Venêzûela bisekinin, dijwarî bikin û bi hêzên çekdar welatê xwe biparêzin.

………………………….

Dawiya peyamê/

Etîket

Venezuela
Amerîka

Your Comment

You are replying to: .
captcha