5 October 2025 - 11:59
Fînala bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” li Dîyarbekirê hat tertîpkirin

Bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatibû destpêkirin, fînala xwe li Dîyarbekirê li Camîya Kurşunluyê li dar xist.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Li giştîyê Dîyarbekirê ji zarokên 7-12 salî re perwerdehîya nimêjê hat dayîn, ew perwerdehî bi bernameyeke mezin hat xemilandin.
Bi hezaran zarok di destê wan de pankart û cil û bergên ku derheqê nimêjê de hatibûn amadekirin ji meydanê re meşîyan.
Zarokên ku beşdarî bernameyê bûbûn tim û tim selawatan, siloganên derheqê nimêj û Xezzeyê de bûn anîtin ziman.
Bernameya ku li Camîya Kurşunluyê hat lidarxistin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Dûre perwerdekar Davut Yazgîl derheqê rojê de axavtinek kir û ji zarok, malbat û xoceyên ku wan zarokan perwerde kirin re ji ber ked û hessasîyeta wan sipasîyan kir.
 “Ey Îyaz Bîn Xanem! We ala Hezretî Muhammed li ser bedenên Dîyarbekirê daleqand, wa nevîyen we li vê derê ne”
Yazgîl di axavtina xwe de bang li Hezretî Suleyman û Îyaz Bîn Xanem kir û got, “Wa nevîyên we li vê derê ne. Hûn ji bona ku esra seadetê bidin jîyandin ala Hezretî Muhammed li ser bedenên Dîyarbekirê daleqand, wa em jî ji bo vêya li vê derê civîyane.”
Yazgîl dûre ji zarokan re axivî û got, “Ey zarokno! Hûn ji vê seatê şûnve pasdaranên nimêjê ne. Hûnê li her derê, li malê, dibistanê, taxê û camîyê nimêjên xwe bikin û di nimêja xwe de sersarîyê nekin.”
Davut Yazgîl dûre ji dêûbavê zarokan re jî bang kir û got, “Ji kerema xwe re ji bona ku zarokên we li gorî çanda Îslamê bijîn û mezin bibin li malên xwe bernameyan tertîp bikin. Mala Misilmanan bêbername nabe. Weka ku Resûlê Xwedê dibêje di nav malê de şivanekî heye, ew şivan jî bav e. Û di nav malê de mamosteyek jî heye, ew jî dê ye. Divê dê, wê malê bike wek sinifekî. Di wê sinifê de kî li ku derê rûnê û wê kî çi bike, bernameya wî çawabe… Ev jî karê dê ye. Ji bona Xwedê di nimêja serê sibehê de bavê zarokan şîyar bikin û berê wan bidin camîyê. Çîmkî ew ê bav bereketa wê sibehê kom bike û bîne mala xwe. Di nav malê de jîyan bi nimêja serê sibehê dest pê bike. Di nav malekî bêbername de jîyaneke Îslamî û çandekî Îslamî nayê meşandin.”
 “Ev dîmen rasterast dikeve nav çavê neyarên Îslamê”
Yazgîl di berdewama axavtina xwe de ji xoceyan re jî bang kir û axivî, “Ey ciwanno! Pêşî Xwedê ji we razî be. Xwedê xêra we qebûl bike. Ey ciwanên ku berîya her tiştî kar û wexta xwe ji van zarokan re cuda kirine û bi wan re mijûl bûne, hûn pir û pir biqîmet in. Yê ku ew ê vê civakê bîne rê hûn in. Ew ê ku ji vê memleket û welatê re esra seadetê bîne dîsa hûn in. Ev dîmena li vê derê di çavê dijminê Îslamê de diçe. Ji ber vê yekê ev xizmeta ku hûn dikin biçûk nebînin.”
Yazgîl, di dawîya axavtina xwe de ji micahîdên li Xezzeyê re silav şand û bi wê şeklê dawî kir.
Bi xwendina azana esrê, nimêj hat kirin û îlahî û qesîde hatin xwendin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha