11 October 2025 - 00:24
Ji dema têkçûna hikûmeta Esed va derdora 11 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin

Navenda nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê di rapora xwe ya herî nû da ragihand ku, ji dema têkçûna hikûmeta 'Bişar Esed' va di roja 8ê Kanûna 2024an heta 8ê Cotmeha 2025an, 10 hezar û 955 kes li Sûriyê ji ber êrîşên cûrbicûr ên terorîstî û tundûtûjiyan canê xwe ji dest dane.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Li gorî vê raporê, ji vê hejmarê 463 kes zarok û 636 kes jin bûne ku bi rêya kuştinên neqanûnî, darvekirinên meydanî, revandin, îşkence, êrîşa ser welatiyên sivîl, êrîşên çekdarî û teqînê li deverên cûrbicûr ên Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî vê raporê, ji nav gişt goriyên tundûtûjiyan li Sûriyê, sê hezar û 54 kes bûne qurbaniyê ciyawaziyên olî digel koma desthilatdar li vî welatî.
……………………………
Dawiya Peyam/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha