13 December 2025 - 23:51
Riswatiya li Parlemana Tirkiyê: Biryara desteserkirina 4 kesan hat dayîn

Di dosyeya destdirêjiya li ser hejmarek xwendekarên keç a li Parlemana Tirkiyê de biryara desteserkirina 4 kesên din hat dayîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA- Di çarçoveya heman lêpirsînê de berê karmendekî Parlamentoya Tirkiyê hatibû girtin.

Lêpirsîna derbarê destdirêjiya li xwendekarên keç ên amadehiya pîşeyî ku li Parlamentoya Tirkiyeyê û temrîn dikirin, berfireh dibe.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku ji bilî xwendekara ku gilî kiriye, îfadeya 3 xwendekarên din jî hatiye wergirtin.

Li ser vê yekê biryara desteserkirina 4 gumanbarên din derket.

……………….

Dawiya Peyam

Your Comment

You are replying to: .
captcha