Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (S.X) - ABNA - Malpera nûçeyan a Walla ya Rejîma Siyonîst, li rapora nûçegihanê xwe yê leşkerî Emîr Bûxbût, îdia kir ku zextên rasterast ên Emerîkayê nehîştin ku artêşa Îsraîlê li kûrahiya Lubnanê ji nav wan derdora Beyrûtê operasyonên berfireh li dijî Hizbullahê pêk bîne û operasyonên Telavîvê bisînor kirin.
Li gorî vê raporê, nirxandinên ewlehiyê yên Israîlê nîşan dide ku Hizbullah di mehên dawî de bi alîkariya darayî ya Îranê bi nirxa sed mîlyon dolarî, bi lez hêza xwe ya leşkerî ji nû ve ava dike.
Tevî vê yekê jî dijberiya eşkere ya Waşîngtonê rê li ber berfirehbûna operasyonên Îsraîlê girt û artêş neçar ma ku êrişên hewayî û bejayî li başûrê Lubnanê pêk bîne.
Hin fermandarên payebilind ên artêşa Îsraîlî dixwestin operasyoneke çend rojî pêk bînin da ku hêza Hizbullahê bixin, lê ji ber mebestên siyasî û tirsa rûbirûbûna bi Amerîkayê re ev nêzîkatî hat terikandin.
Çavkaniyên leşkerî ji "Walla" re ragihandine ku asta siyasî ya Îsraîlê ji rûbirûbûna bi Amerîkayê re bêtir ji şerê bi Hizbullah re ditirse. Ji ber vê yekê, armanc bi baldarî têne hilbijartin û rêwerzên hişk hatine derxistin da ku rê li ber gulebarana kesên gumanbar jî li ser sînorê Lubnanê bigirin.
Li gorî daneyên Fermandariya Bakur a Artêşa Îsraîlê, ji destpêka meha Mijdarê (Aban 1404) ve heta niha 28 endamên Hizbullahê di êrîşên hewayî û bejayî de hatine kuştin û herî kêm 15 ji wan ji yekîneya bijarte ya Rezvan in. Navê Serokê Hizbullahê Haşim Alî Tabatabaî jî di nav kuştiyan de heye.
Her wiha 13 endamên Hamasê jî di êrîşeke li ser komplekseke perwerdeyê li başûrê Lubnanê hatin kuştin.
Bi giştî di 23 êrîşên esmanî û operasyonên bejayî de depoyên çekan, navendên perwerdehiyê û navendên mûşekî yên Hizbullahê li başûrê Lubnanê û herêma Bekaayê hatin armanckirin û rûxandin.
Hêzên lîwaya 91 a artêşa Îsraîlê jî li gundên başûrê Lubnanê operasyonên bejayî pêk anîn û avahiyên ku Hizbullahê bi kar dianîn, çek, depoyên cebilxane û tunelên kevin îmha kirin.
Rafî Mîlo fermandarê herêma bakurê artêşa Îsraîlê li hevdîtina bi fermandarên parêzgehê re bal kişand ser pêwîstiya rêgirtin li avakirina hêza Hizbullahê û hişyarî da ku dibe ku Heşda Şeibî operasyoneke surprîz mîna bûyerên 7ê Cotmeha 2023an (15 Mehr 1402) bike.
Di dawiya raporta Walla de hatiye ku saziyên ewlehiyê yên Israîlî li bara şiyana dewleta Lubnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê bi gûman in û vê nekarînê dîmena ewlehiyê li eniya bakur aloztir kiriye.
................................
Dawiya peyamê/
Tags
Bingeha nûçeya Walla
Rejîma Siyonîst
Hizbullaha Lubnanê
Êrîşa leşkerî
Îdiaya malpera nûçeyan a “Walla”yê;Zextên Amerîkayê rê li ber operasyona mezin a Îsraîlê ya li dijî Hîzbullah girt
Rapora Walla nîşan dide ku zextên Amerîkayê Îsraîl ji pêkanîna operasyonên mezin ên li dijî Hizbullahê rawestand û bû sedema êrîşên biçûk bi sînor li başûrê Lubnanê.
Your Comment