27 December 2025 - 15:38
Ayetullah Sistanî got:“Divê Şî’eyên Pakistanê bi exlaq, kiryar û tevgera xwe ya pratîk, wêneyê rastî yê Şî’eyê pêşkêş bikin.”

Ayetullahul Uzma Sistanî, bi duakirina ji bo hemû bawermendên Pakistanê, bi taybetî bawermendên Gilgit-Baltistanê, tekez kir:“Divê Şî’eyên Pakistanê bi yekîtî û yekparêziyê bijîn û bi exlaq, kiryar û tevgera xwe ya pratîk, wêneyê rastî yê Şî’eyê (Şî’itiyê) pêşkêş bikin.”

Li gorî ajansa nûçeyan Ehl-ul-beytê (s.x) – ABNA- Şêx Mihemed Hesen Caferî, Îmamê Înî yê Sekerdû yê Pakistanê, li Necefî Eşref serdana Ayetullahul Uzma Sistanî rêberê mezin ê şîeyan hevdîtinek pêk anî û li ser mijarên zanistî û olî gotûbêj kirin.

Di destpêka vê hevdîtinê de, Ayetullahul Uzma Sistanî bi dua ji bo hemû bawermendên Pakistanê, bi taybetî bawermendên Gilgit-Baltistanê, tekezî li ser van xalan kir: “Divê Şî’eyên Pakistanê bi yekîtî û yekparêziyê bijîn û bi exlaq, kiryar û tevgera xwe ya pratîk, wêneyê rastî yê Şî’eyê (Şî’itiyê) pêşkêş bikin.”

Herwiha, Ayetullah Sîstanî xizmetên dînî, perwerdeyî û civakî yên Şêx Mihemed Hesen Caferî jî pêxweş kirin (pesn dan).

Di vê hevdîtinê de, kurê Şêx Mihemed Hesen Caferî jî hatibû.

……………..

Dawiya Peyamê/

Etîket (Tags):

Ayetullah Sistanî

Şî’eyên Pakistanê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha