24 July 2026 - 19:28
Source: Roj News
Peymana Lozanê û banga alternatîf ya Aştî û Civaka Demokratîk

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) — ABNA — Banga Civaka Demokratîk sînorên parçekirî yên Peymana Lozanê û înkara sedsalî ya li ser Kurdan bi rêya xweserî û hevjiyana gelan pûç dike, lê serkeftina wê di navbera êrişên dewletên statûkoparêz û berxwedana herêmî de di hevsengiyeke hesas de ye. Ev model ku pergala Lozanê ya serdest û yek nasname ji binî de dihejîne, ji aliyê jin û civaka sivîl a cîhanê ve wekî alternatîfa aştiyê tê pêşwazîkirin.

Li ser Peymana Lozanê ya ku erdnîgariya Kurdistanê bi ser çar dewlet netewan de parçe kir de 103 sal derbas dibe. Bi peymana Lozanê re pêvajoya jenosîd û tinekirina Kurdan destpêkir. Welatên cîhanê jî çavê xwe li kuştina Kurdan girtin.

Peymana Lozanê li Rojhilata Navîn bû sedema ji destdana ferhenga yekrêziya gelan û qûtbûna dîrokî.  Gelê Kurd di nava xwe de hat parçekirin û sinor li ser xaka Kurdistanê hatin kişandin. Bi vê destwerdanê fikra dewlet-netew derket holê û siyaseta înkarkirin û tinekirina Kurdan destpêkir.

Peyman Lozanê çawa pêkhat?

Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de lî Kelha Oşî ya bajarê Lozanê ya Siwîsre hate îmzekirin.

Di 20’ê Mijdara 1922’an de kongreya Lozanê di nava dewletên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya Yewnan, Romanya, Silovînya, Sirbokranya û Tirkiyeyê de pêk hat. Herwiha welatên Ukranya, Gurcistan û Bugranya jî endamên yedek ên kongreyê bûn.

Di kongreya Lozanê de guftûgo di nava du aliyan de bû. Aliyê yekem Brîtanya, Frasnaa, Îtalya, Japonya, Yewnan, Silovinya, Sirbokranya û Romanya bûn ku dewletên di şer de serkeftî bûn. Aliyên beramber jî nûnerên wan dewleta nû ya bi pêşengiya Kemal Ataturk li ser xaka Osmaniyan hatibû avakirin bû. Kongre li ser parvekirina xaka dewleta Osmanî û diyarkirina sînorê Tirkiyeyê bû.

Di kongreya Lozanê de nûnerên Tirkiyeyê ji Îsmet Unonû, Serokwezîr Hisên Reûf û Wezîrê Derve Yusif Kemal pêk dihat. Di dema yekem a kongreya Lozanê de dewletên di şerê cîhanê yê yekemîn de serkeftîn, li gel Tirkiyeyê negihîştin ti lihevkirinekê. Bi taybet li ser pirsgirêka Mûsil û Trakyayê.

Li ser pêşniyara Tirkiyeyê di 23’ê Nîsana 1923’yan de dema duyemîn a kongreya Lozanê destpê kir. Tirkiyeyê ji bo dema duyemîn raporek ji sed rûpelan amadekiribû. Di dema duyem a kongreyê de sê mehan guftûgoyên li ser dewleta Osmanî berdewam kir. Di encamê de di 17’ê Tîrmehê de gihîştin lihevkirinê.

Lê, Îsmet Unonû heta razîbûna Mistefa Kemal Ataturk negirt nekarî lihevkirinê îmze bike. Lewma lihevkirina 123 made û ji 2 pêvekan pêk tê di 24’ê Tîrmehê de îmze kirin.

Bi vî awayî li dervey îradeya netewa Kurd nexşe li ser xaka Kurdistanê hatin xêzkirin. Welatê Kurdan bi vê peymanê di dîrokê de cara duwem hat parçekirin û wek nûkirina lihevkirina Qesra Şîrîn ji du parçan xistin çar parçe. Kurdistan bû welatek dagirkirî.

Soza xwe bicih ne anîn

Ji beriya Peymana Sîve di kongreya Erzirum û Sêwasê de Ataturk soz da Kurdan ku hemû mafên Kurdan bide. Di 23’yê Nîsana 1920’an de li Parlementoya Tirkiyeyê otonomiya Kurdan hat erêkirin. Ataturk got, çarenûsa Kurd û Tirkan wek heve, pirsgirêka Kurd pirsgirêka me ye.

Di destura bingehîn a sala 1921’an de pirsgirêka Kurd hatibû diyarkirin daku were çaresrkirin. Lê piştre di destura bingehîn a sala 1924’an de pirsgirêka Kurd û hebûna Kurdan hat înkarkirin. Piştî diyarkirina vê yasaya bingehîn dest bi înkarkirina Kurdan, koçberî, kuştina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê hat kirin.

Dema ku peymana Lozanê pêkhatî Kurd di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û aborî ve ti desthilat û rêxistinbûnek wan nebû. Tevî vê yekê jî heta niha Kurdan ev peyman qebûl nekirine. Bi hezaran gundên Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin û bi milyonan Kurd ji cih û warên wan hatin koçberkirin.

Her çar dewletên ku xaka Kurdistanê bi ser wan de hate parçekirin, 102 salin li ser gelê Kurd komkujiyan pêktînin. Hîn jî hewldanên ji bo tinekirina Kurdan dewam dikin, lê berxwedana gelê Kurd, berxwedana 48 salên borî ya gerîlayên azadiyê, rê li vê hewldana tinekirinê girtiye. Tevî gelek nakokî di nava her welatan de heye, lê dema mijar dibe Kurd hemû jî dibin yek.

103 salin pirsgirêka herî mezin ya Kurdan nebûna yekrêziyê ye, gelek caran ji ber xiyaneta navxweyî rweşa gelê Kurdistanê gelek xirab û girantir bûye. Ji ber Kurd nebûne yek hertim rûbirûyî komkujiyan tên.

Li dijî vê krîza kûr a sedsalî, îro wekî alternatîf û bersivek herî xurt “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” derdikeve pêş. Ev bang, li şûna ku sînorên fîzîkî yên heyî biguherîne û dewletên nû yên neteweyî ava bike, sîstemeke federal, xweser û bêmerkeziyet pêşniyar dike ku li ser vîna gelan û meclîsên herêmî ava dibe. Ev modela nû bi xurtkirina wekheviya zayendî, aboriya komûnal û parastina xwezayê, hewl dide ku pergala birîndar a Lozanê ji binî de biguherîne. Bandora herî mezin a vê bangê ew e ku hişmendiya qerandî ya dewletên navendî dihejîne, Kurdan ji herêma “pirsgirêka ewlehiyê” derdixe û wan dike pêşengên demokratîkbûna herêmê. Bi vî rengî, li şûna dijminahiya ku Lozanê di navbera Kurd, Tirk, Ereb û Farsan de çandiye, ev bang projeya “neteweya demokratîk” û welatîbûna azad derdixe pêş da ku aştiyeke mayinde, hevjiyaneke rûmetdar û geşedaneke aborî ya xweser li tevahiya Rojhilata Navîn ava bibe.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk wekî paradîgmayeke alternatîf rasterast bingeh û encamên sedsalî yên Peymana Lozanê armanc digre û hewl dide sîstema wê ya statîk ji binî de hilweşîne. Peymana Lozanê li ser hîmê sînorên tûj û dewletên netewe yên navendîparêz hatibû avakirin; lê ev banga nû, li şûna guhertina sînorên fîzîkî yên bi zorê, projeya “neteweya demokratîk” tîne pêş ku tê de sînorên di navbera parçeyan de bi rêya saziyên xweser, yekîtiya çandî û bêmerkeziyetbûna siyasî di asta zihnî û pratîkî de tên pûçkirin. Bi vî rengî, Kurd ji pênaseya Lozanê ya ku ew wekî “gefa ewlehiyê” dîtibûn derdikevin û dibin aktorên sereke yên demokratîkbûna herêmê. Polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên ku rewayiya xwe ji sîstema Lozanê digirtin, di bin banê vê modelê de bi rêya perwerdehiya zimanê dayikê û sîstema xweparastina rewa bi temamî tên sekinandin.

Serkeftina vê bangê di navbera derfetên dîrokî û rîskên gelekî mezin de di hevsengiyê de ye. Şansê serkeftinê herî zêde xwe dispêre pratîka zindî ya aliyan ve girêdaye ku heta niha ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve gavên pêwîst û şênber hatine avêtin, lê li aliyê dewleta Tirk ve hîna ti gavên pêwîst nehatine avêtin. Her kes li benda derketina yasayên pêwîst ên ji bo pêvajoyê ne, lê dewleta Tirk bi hemû hewlên xwe ve derxistina yasayan dereng têxe.

Ji aliyê din ve, krîza kûr a dewletên herêmî yên mîna Sûriye û Iraqê ku encama Lozanê bûn, hewcehiya civakan a ji bo modelek nû ya adil zêdetir dike. Lê, li pêşiya vê serkeftinê astengiyên giran hene, dewletên serdest ên herêmê vê modelê wekî metirsiya herî mezin a li ser hebûna xwe dibînin û bi her awayî êrişî wê dikin. Di heman demê de, hêzên hegemon her çend carnan ji bo berjewendiyên rojaneyî li gel Kurdan hevkariyê bikin jî, di bingeha xwe de parastina sîstema statûkoya Lozanê tercîh dikin.

……………

Dawîya Nûçêyî/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha