28 July 2026 - 18:35
Source: kmr.abna24.com
“Hişyariya berdevkê Qerargaha Xatem el-Enbiya:Her welatekî ku ji sermayeyên Îranê sûdê werbigire,estûra derbasbûna ji tengavê jê re nayê dayîn

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Xatem el-Enbiya hişyarî da: Her şirket û welatekî ku ji ciyê sermayeyên Îranê pereyekî werbigire, dê destûra derbasbûna ji Tengava Hurmuzê jê re neyê dayîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNAHişyariya Berdevkê Qerargaha Xatem el-Enbiya:

Her welatekî ku ji darayiyên Îranê sûdê werbigire, dê destûra derbasbûna ji Tengavê jê re neyê dayîn

Qerargaha Navendî ya Xatem el-Enbiya bi daxuyaniyekê hişyarî da ku her şirket û welatekî ku ji ciyê darayiyên Îranê pereyekî werbigire, dê destûra derbasbûna ji tengavê jê re neyê dayîn.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

بسم الله الرحمن الرحیم

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn,

Serokkomarê Amerîkayê di berdewamiya kiryarên xwe yên destdirêjkar û hewldana ji bo têkdana aramiyê li herêmê, ragihandiye ku ew ê zerarên wan keştiyên ku di dema şerê li dijî Îranê de -ji ber çêkirina neewlehiyê ji aliyê artêşa Amerîkayê ve û binpêkirina rêyên neqanûnî û neewle yên li başûrê Tengava Hurmuzê- zirar dîtine, ji ciyê darayiyên girtî yên Îranê bide.

Em di vê derbarê de hişyariyê didin Serokkomarê tawankar ê Amerîkayê li ser encamên vê kiryara neqanûnî. Her wiha em bi hemû şirket û welatên ku pêşniyara Trump qebûl bikin û di bin vî navî de ji darayiyên girtî yên Îranê sûdê werbigirin, radigihînin: Ji niha û pê ve, Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê destûrê nedin ti keştiyeke van aliyan ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.

و ماالنصر الا من عندالله العزیز الحکیم

“Serkeftin tenê ji bal Xwedayê Xwedî hêz û hikmet ve ye.”

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha