27 August 2026 - 22:38
Source: kmr.abna24.com
Hişyariya Sertîp Rizayî bo Amerîkayê: Şerxwazî û neyartiyê nekin
Serleşker Rizayî hişyarî da Amerîkiyan: Dest ji bêbextî û kiryarên xerab berdin

Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî hişyarî da: «Heke Amerîka kiryareke xerab (bedkarî / şerxwaziyekê) li dijî Îranê dest pê bike, em ê derbeyek û belayekê wisa bînin ser berjewendiyên wan ên leşkerî û aborî ku di dîrokê de were tomarkirin.»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA –  Serleşker (Tumendan) Muhsin Rizayî, Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî, ligel Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Qeterê hevdîtin û guftûgo kir.

Wî di vê hevdîtinê de bi balkişandina ser alîkariya Îranê ji Qeterê re di roj û şert û mercên dijwar de, tekezî li ser dostanî û biratiya di navbera her du welatan de kir.

Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî bi anîna ziman ku em baweriya xwe bi Amerîkayê nakin û wan gelek caran xiyanet li dîplomasî û danûstandinan kiriye, hişyarî da: «Heke Amerîka kiryareke xerab (bedkarî / şerxwaziyekê) li dijî Îranê dest pê bike, em ê derbeyek û belayekê wisa bînin ser berjewendiyên wan ên leşkerî û aborî ku di dîrokê de were tomarkirin.»

Serleşker Muhsin Rizayî wiha domand: «Pêwîst e Amerîka di serî de ji bo pêkanîna şertên Îranê gavên pratîkî biavêje, û li dû wê Îran dê Tengava Hurmuzê ji nû ve veke.»

Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Qeterê bi nîşandana spasiya xwe ji alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê di mercên dijwar de û peywendiya biratiyê ya di navbera her du welatan de diyar kir: «Di hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re me ti carî dudilî nîşan nedaye.»

Wî zêde kir: «Di mercên hesas ên niha yên herêmê de, bi motîvasyoneke li ser bingeha hesta berpirsiyariyê, em hertim bi coş in ji bo hevkariya ligel Îranê.»

……………….

Dawiya Peyamê/

Etîket (Tags):

  • Muhsin Rizayî
  • Amerîka

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha