Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Serleşker (Tumendan) Muhsin Rizayî, Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî, ligel Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Qeterê hevdîtin û guftûgo kir.
Wî di vê hevdîtinê de bi balkişandina ser alîkariya Îranê ji Qeterê re di roj û şert û mercên dijwar de, tekezî li ser dostanî û biratiya di navbera her du welatan de kir.
Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî bi anîna ziman ku em baweriya xwe bi Amerîkayê nakin û wan gelek caran xiyanet li dîplomasî û danûstandinan kiriye, hişyarî da: «Heke Amerîka kiryareke xerab (bedkarî / şerxwaziyekê) li dijî Îranê dest pê bike, em ê derbeyek û belayekê wisa bînin ser berjewendiyên wan ên leşkerî û aborî ku di dîrokê de were tomarkirin.»
Serleşker Muhsin Rizayî wiha domand: «Pêwîst e Amerîka di serî de ji bo pêkanîna şertên Îranê gavên pratîkî biavêje, û li dû wê Îran dê Tengava Hurmuzê ji nû ve veke.»
Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Qeterê bi nîşandana spasiya xwe ji alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê di mercên dijwar de û peywendiya biratiyê ya di navbera her du welatan de diyar kir: «Di hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re me ti carî dudilî nîşan nedaye.»
Wî zêde kir: «Di mercên hesas ên niha yên herêmê de, bi motîvasyoneke li ser bingeha hesta berpirsiyariyê, em hertim bi coş in ji bo hevkariya ligel Îranê.»
……………….
Dawiya Peyamê/
Etîket (Tags):
- Muhsin Rizayî
- Amerîka
Your Comment