4 November 2026 - 16:45
Elî Zeydî serdana Bahreynê kir

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî ragihand Serokwezîrê Iraqê ElÎ Zeydî bi serdanek fermî gihişt paytexta Bahreyn Mename. Hat diyarkirin ku wê Zeydî li geş Şahê Bahreynê û rayedarên din ên wî welatî hevdîtinan bike.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî bi daxuyaniyek ragihand, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi serdanek fermî gihişt Bahreynê.

Hat diyarkirin ku wê Zeydî li gel Şahê Bahreynê Mihemed Îsa Xelîfe de bicive. Hat gotin ku wê her du alî li ser hevkariyên siyasî, aborî yên navbera her du welatan û guhertinên li herêmê çêdibin biaxivin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev serdan di çarçoveya rêze seredanên ji bo Washington, Enqere, Tehran, Parîs, Berlîn, Doha, Siudî, Oman û Şamê de pêkhatiye.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha