12 March 2025 - 10:06
Hikûmeta Lubnanê: Îsraîl 4 Girtiyên xwe radest kirin

Hikûmeta Lubnanê ragihand ku wan 4 welatiyên Lubnanî yên ku di êrîşên Îsraîlê de li ser wî welatî hatibûn binçavkirin, radestî wan kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî serbestberdana van kesan dê sibe kesek din bê berdan.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA-
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Libnanê de hat ragihandin ku danûstandinên ku ji aliyê Komîteya Çavdêriya Agirbestê ve hatin kirin encam dane- Di encama muzakereyan de hat ragihandin ku Îsraîl 4 kesên ku di êrîşên xwe yên li ser Lubnanê de girtibûn teslîm wan kir û kesek jî wê sibe bê berdan.
Serokomarê Lubnanê Joseph Aoun di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Komîteya Çavdêriya Agirbestê Generalê Amerîkî Jasper Jeffers de, daxwaz ji artêşa Israîlî kir ku pabendî rêkeftina agirbestê ya li gel Lubnanê be û ji xalên ku lê hebûna xwe berdewam dike vekişe û herwiha daxwaz ji Îsraîlê kir ku girtiyên libnanî yên ku di destê wan de ne, azad bike.
Hat ragihandin ku Îsraîl wê 5 girtiyên Lubnanî yên ku di dema pevçûnên bi Hîzbullahê re dewam dikin de serbest berde. Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand: "Bi hemahengiya ligel Amerîka û weke jesteke ji bo serokê nû yê Lubnanê, Îsraîl razî bûye ku 5 girtiyên Libnanî azad bike." Daxuyanî hat dayîn.
Rojnameya El-Exbar ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Hizbullahê re tê naskirin, di nûçeya xwe ya ku di nava rojê de weşandibû de nivîsandibû ku "Îsraîl ji 11 sivîlên Lubnanî yên ku girtiye, dibe ku 6 kesan berde."
Tevî peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Siyonîst Îsraîl di 27ê Mijdara 2024an de, Îsraîl gelek caran peymanê binpê dike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên ku piştî agirbestê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kirin de herî kêm 85 kes mirin û 285 kes jî birîndar bûn.

  Tags: Lubnan -Îsraîl -Esirê

Welayet News

Your Comment

You are replying to: .
captcha