31 March 2025 - 22:47
Êrîşên bi bandor ên Ensarullahê li keştiya balafiran a Amerîkayê Truman kirin

Êrîşa bi bandor a yemeniyan bo ser gemiya Truman bû sedema têkçûna sîstema fermandariya gemiyê û piştî vê bûyerê, Koşka Spî û Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînê dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- Çavkaniyekî pilebilind li hikûmeta Sanayê li hevpeyvîna tev Toreya El-Mayadîn ragihand: Hêzên çekdar ên Yemenê firokeyeke E2-Hawkeye (drone ya fermandeyî û kontrolê) ya gemiya firokehilgir a Amerîkayê "Harry Truman" kirine armanc.

Li gorî wî berpirsê yemenî, êrişê sîstema fermandariya Truman seqet kiriye.

Piştî vê bûyerê, Koşka Spî û Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînan dikin.

Pêştir Yehya Serî ragihandibû: Hêzên çekdar ên Yemenê di heyama 24 saetên derbasbûyî de 3 caran li gel gemiya firokehilgir a Amerîkayê ya bi navê “Harry Truman” û gemiyên şer ên dijmin li deryaya Sor ketine şer. Ev pevçûn ji aliyê yekîneya mûşekî û firokeyên bêfirokevan û hêzên deryayî ve bi çend mûşekên Kruise û firokeyên bêfirokevan hatin encamdan.

...................

Dawiya peyamê

 Tags

Yemen Ensarullah

Truman Keştiya Amerîkî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha