Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku welatê wî amadeye bersiva hemû êrişên Îsraîlê bide û got: “Propagandaya tinekirina bernameya atomî ya Îranê tenê xeyaleke. Emerîkayê nekariye bernama atomî ya Îranê tine bike.”
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvînek li gel kanala El Cezîre de li ser amadekariyên welatê xwe ya li beramberî egera êrişên Îsraîlê axivî û got: “Îsraîlê karî di nava 12 rojên şer de ziyanek mezin bigihîne welatê me. Lê Îranê jî karî di kûrahiya Îsraîlê de derbeyan lêxe, lê çapemeniya wê van derbeyên Îranê diveşêre.”
Di derbarê axaftinên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên li ser êrişa li dijî navendên atomî yên Îranê jî Pizîşkiyan got: “Emerîkayê nekariye bernameya atomî ya welatê me ji holê rake, ev gotinên Trump jî wek xeyal pênase dikim.”
Mesûd Pizîşkiyan eşkere kir ku wê Îran di çarçoveya yasayên navdewletî de dewlemendkirina uranyumê berdewam bike.
Your Comment