21 August 2025 - 00:32
Piştgirîya Tevgera Helwesta Niştîmanî ji xwenîşandana wanebêj û karmendan

Tevgera Helwesta Niştîmanî piştgirîyê dide xwenîşandana wanebêjan û karmendên nerazî ji ber miaş ku yê sibê were lidarxistin u yê tê da jî beşdar be.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Tevgera Helwesta Niştîmanî di daxûyanîyekê da ragihand: Muelim û karmendên nerazî roja çarşemê ango sibê wek roja xwenîşandanê destnîşan kirine, em hem piştgirîyê didinê û him jî yê tê da beşdar bibin û bi hemî şîyana xwe dê berevanîya daxwazên wan bikin. Ev xwenîşandana di çarçova daxwaza bo çareserkirina pirsgirêka nedayîna miaş û destmizê da ye.

Tevgera Helwesta Niştîmanî herwiha ragihand: Divê rêkevtinameya têkildarî niftê û vegerandina derhata neniftî bi merema dabînkirina miaş û destmizê were bicihanîn, xelkê Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab da dijîm û nabe ku bibin gorîyê berjewendîyên çend desthilatdar û kompanîyan. 

Your Comment

You are replying to: .
captcha