13 December 2025 - 23:27
Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê: Em amade ne li himber her gefekê rawestin

Fermandê Hêzan Bejayî ya Artêşa Îranê got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi alav û çek û şiyanên tekûz amade ne li himber her gefeke dijmin rawestin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA- General Elî Cihanşahî di nav koma femande û karmendên Biryageha Herêma Başûr- rojhilatê ya Artêşa Îranê de got ku Komara Îslamî ya Îranê bi piştgiriya şiyanên navxweyî, feraseta rêberê bilindqedir û piştgiriya gel di şerê 12 rojî yê dasepandî yê dijmin de nehişt ku ew bighêjin armancên xwe yên kirêt.

Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê bal kişand ser cih û şûna erdnîgarî ya Komara Îslamî ya Îranê jî u got: Îro rojê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di warê teknolojiyên nû  gotinên cidî hene û ev şiyan encama pêbaweriya bi şiyanên navxweyî ne. Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê ti carî zordarî qebûl nekiriye û her tim li hember zorbêjên cîhanê rawestaye.

……………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha