-
Lêkolînên dengdanê nîşan didin ku hevpeymana Netanyahu dê di hilbijartinan de têk biçe / têkçûnê bibîne. Netanyahu rewşa awarte îlan kir
Lêkolînên hilbijartinê li ser axa dagirkirî nîşan didin ku hevpeymana dijberê Benjamin Netanyahu dikare bi bidestxistina ۵۶ kursiyan, li hember ۵۰ kursiyên partiya Likud, ji hevpeymana desthilatdar pêş bikeve. Lê belê, li gorî hejmarên hatine ragihandin, tu aliyek ji van her du aliyên siyasî nikare bigihîje sînorê ۶۱ kursiyan ku ji bo avakirina hikûmetê pêwîst e.
-
Cîgirê parêzgarê Reqayê: Hin erd û milkên girêdayî kurdan li xwedanên wan hatine vegerandin
Mihemed Hemîdî cîgirê parêzgarê Reqayê ragihand ku hin erd û milkên girêdayî kurdan li xwedanên wan hatine vegerandin û ev kiryar di rêya hewldanên ji bo parastina mafên welatîyan da hatîye kirin.
-
Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Cîhanê; Îran bû qaremanê cîhanê
Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê di dewama Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê û rojek berî bidawîhatina pêşbirkan, qaremaniya xwe misoger kir ta ku ji bo sala duyemîn a li dû hev pileya qaremaniya cîhanê bi dest xist; Şanaziyek ku ji bo cara yekê di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de pêk hatiye.
-
Seîd Îsmaîlî bi bidestxistina madalyaya zêr, serkeftinên tîmê Îranê di şampiyoniya cîhanê ya girtiya Greko-Romen de bi awayekî serkeftî qedand
Xirîsteyê şerê girtiyê Îranê di fînala giraniya 67 kîlogramî de, bi pêşandaneke xurt û serkeftina 8–0 li hemberî Aytjan Khalmakhanov ji Özbekistanê, madalyaya zêr a cîhanê bi dest xist û careke din hêza xwe îsbat kir.
-
Ewlekariya Îranê li başûrê Sîstan û Belûçistanê li komeke terorîst xist
Li gorî daxuyaniya polîsê, di encama operasyona hêzên parastina ewlehiyê de, 6 kesên têkildarî vê komeyê hatin girtin. Herwiha, 3 çekên Kalaşnîkov, 6 şarjêr û 172 fîşekên şerî, digel çekeke destan (kilt) û şarjêreke wê, hatin keşfkirin.
-
Pizişkîyan: Destdirêjiya leşkerî ya Amerîka û rejîma Siyonîst li ser Îranê, ewlehiya enerjiyê û aboriya cîhanî xistiye xeterê
Mesûd Pizişkîyan, serokkomarê Îranê, di heştemîn civîna serokên Foruma Welatên Hinardekarên Xezzê de li Moskowê, di heman demê de ku bîranîna rêberê şehîd ê şoreşa Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî (reh.), xwast, tekez kir ku destpêşxerî û piştgiriyên wî roleke mezin di xurtkirina vê forumê de lîstiye. Wî herwiha bi nîşankirina encamên destdirêjiya leşkerî ya Amerîka û rejîma Siyonîst li ser Îranê, celbên yalî û dorpêça deryayî û hewayî ya welêt wek xetereyek ji bo aramiya bazarên enerjiyê zanî û daxwaza şermezarkirin û bertekdana bi bandor li hember van kiryaran kir.
-
-
Sendêrz: Trump ji bo xwevedizîna ji bersivdayînê, agirê tirsandina ji Îslamê gurr dike
Bêrnî Sendêrz li kampaniyaya hilbijartinê ya Evdirehman Seyîd, berendamê misilman ê Sêna ya Amerîkayê ji eyaleta Mîşîganê, ji ber nihêrînên regezperestî, gendeliya li hikûmetê û bandora mîlyardêran bi tundî Trump da ber rexneyan.
-
Amadekirina 22 hezar hêzên polîsê rejîma Siyonîst ji ber tirsa aloziyên kolanan
Li ber derketina hilbijartinên Knessetê ya rejîma Siyonîst di roja Sêşemê de, polîsê rejîmê bi şandina nêzîkî 22 hezar hêzên ewlehiyê, ango bi zêdebûna 5 hezar kesan li gorî hilbijartinên sala 2022an, ket rewşa amadebaşiya tevahî.
-
-
Eşkerekirina torên veşartî yên rejîma sîyonîst li ser bingeha belgeyên FBIyê
Li gorî belgeyên ku Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Rojhilata Navîn (IMAP) di 21ê Cotmeha 2026an de weşandine, berpirsên Amerîkî çalakiyên ku ji qaçaxçîtiya madeyên teqemenî û şandina neqanûnî ya alavên leşkerî bo herêmên dagirkirî yên Filistînê bigire heya têkiliyên îstixbaratî û gihîştina belgeyên Yekîtiya Erebî li New Yorkê, di bin lêkolînê de digirtin.
-
Xetîb: Iraq dilê cîhana Erebî ye
Cîgirê Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Şî'eyên Lubnanê, ji bo Iraqê aşîtî û îstiqrar xwest û got: «Iraq dilê cîhana Erebî ye.»
-
Sînorê di navbera parastina yekîtiyê û bêdengmayînê li hemberî devjêketinê de di sîreta Hz. Fatima Zehra (S) de
Sîreta Hz. Fatima Zehra (S) nîşan dide ku di mantiqa dînî de, yekîtiya civakê û li hemberî neheqiyê rawestan ne dijberê hev in. Yekîtî wê demê bi nirx e ku civakê di rêya baweriyê, dadweriyê û rêberiyê de biparêze. Herwiha, daxwaza mafan wê demê dibe sedemê sererastkirinê ku li ser bingeha delîl û aqil, exlaq û dûrketina ji nakokî û pevçûnan be. Ji ber vê yekê, parastina yekîtiyê nayê wê wateyê ku mirov li hemberî her devjêketinê bêdeng bimîne; herwiha, mafxwazî jî divê bibe behaneyek ji bo dabeşbûn û pevçûnê. Sîreta Hz. Fatima Zehra (S) nimûneyeke girîng e ji bo berhevkirina van herdu berpirsiyariyan: li ser mafê rast rawestan, bi parastina sînorên exlaqî û civakî re.
-
-
Di hevpeyvînekê de bi pispor û lêkolînerê dîrokê re hate nirxandin:« Fatima Zehra (silêv lebin)» çawa bû ala dîrokê û parêzvanê qada Welayetê?
Ji rojên dijwar û bêhêvî yên Şi‘ba Ebî Talib heta hebûna wê ya bê tirs li eniyê pêşîn a bûyerên serdema destpêkê ya Îslamê; lêkolîna aliyên cuda yên jiyana Hz. Siddiqa Tahire (silavên Xwedê li ser wê bin) nîşan dide ku ew xatûna mezin ne tenê sembola sebir û manewiyetê bû, lê di warên dijwar ên siyasetê, cîhadê û parastina qada Welayetê de jî «alemdar» û pêşeng bû.
-
Demokrat gotin ku divê derbarê têkiliyên Trump û Epstein de lêkolîneke serbixwe were kirin.
Raporê ku ji aliyê karmendên Demokrat ên Komîteya Dadweriyê ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ve hatiye weşandin, careke din îdiayên tacîza seksî ya li dijî Donald Trump, di çarçoveya dosyaya Jeffrey Epstein de, aniye rojeva siyasî. Di vê raporê de çîrok û vegotinên 11 jinan hatine nirxandin û ev yek bûye sedema daxwaza Demokratan ji bo destpêkirina lêkolîneke serbixwe li ser vê dosyayê.
-
Wezîrê Derve yê Omanê: DYA asteng li pêşiya bidestxistina aşitiyê çêdike
Wezîrê Derve yê Omanê tekez kir ku hikûmeta terorîst a Amerîkayê, bi tehdîdkirina Îranê, dibe asteng li pêşiya bidestxistina aşitiyê.
-
Ayetullah Şêx Husên Me‘tûq li Kuweytê bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin
Dadgeha Cezayê ya Kuweytê, di beşa lêkolîna dosyeyên ewlehiya vî welatî de, yek ji alimên navdar ên Şîeyan bi sûcdariya sîxuriyê ji bo Îranê, bi cezayê îdamê mehkûm kir.